Barzanî bi nûnerên kurd yên Bexdayê re dicive
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê digel wezîrên kurd ên hikûmeta Iraqê û parlamenterên kurd ên parlamentoya Iraqê bicive.
Jêderekî ji fraksyona hevpeymaniya Kurdistanê li parlamentoya Iraqê ji Rûdawê re ragihand, Barzanî dê sibê (05.10.2013) li avahiya serokatiya Herêma Kurdistanê digel nûnerên kurd li Bexdayê bicive.
Wî jêderî da zanîn, rojeva civînê dê hemwarkirina qanûna hilbijartinan a Iraqê û benda 23 a qanûna hilbijartinên Kerkûkê be.
Niha qanûna hilbijartinên Iraqê li parlamentoyê ye û yekemîn civîn li ser hatiye kirin. Biryar bû duh (03.10.2013) bikeve dengdanê lê li ser daxwaza nûnerên kurd dengan bo roja duşemê (07.10.2013) hat paşxistin.
Beriya wê jî Barzanî ji parlamenterên kurd xwestibû di pesendkirina qanûna hilbijartinan de “lezê” nekin.
Tê gotin xalên ku di qanûna hilbijartinan a Iraqê de cihê nakokiyê ye, çawaniya beşdariya partiyên siyasî di hilbijartinan de û mercên namzedan e bi taybet namzedên ku jibilî nasnameya Iraqê nasnameyeke din jî heye.
Lê heta niha di navbera fraksyona Gorranê û fraksyona hevpemaniya Kurdistanê de li parlamentoya Iraqê hemahengî nîne û li ser vê mijarê jî neciviyane.