Parlamentera HDPê: Her malê bikin Zarok TV

Amed (Rûdaw) - Li Amedê, polîsan avêtin ser 4 kenalên televîzyonê yên kurdî û deriyên wan mor kirin.


Polîsan di avahyên Ozgur Gun Tv, Azadî Tv, Jjyan Tv û Zarok Tv de, alav û amûrê sazyan yek bi yek tomar kir û piştre jî deriyê avahiyên wan mor krin.


Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknaz Uca û Serokê HDPê yê Amedê Amedê Cebar Laygara di dema serdagirtna polîsan û morkirna avahiyên qenalên televîzyonê de serdana Zarok TVê kir û li hemberî girtina televiyonên kurdî nerazîbûn nîşan dan.


Parlamentra Amedê Feleknaz Uca, girtna qenalên kurdî weke dîktatorî bi nav kir û bang li kurdan kir ku her malekê veguhêzin Zarok TVî ye û kurdî baxivin.


Kanala zarokan a kurdî Zarok TV ku li Amedê weşanê dike di 21ê Adara 2015ê de dest bi weşanê kiribû.