Mesihî qedexekirina firokxaneyan weke biryareke nemirovane didin zanîn

04-10-2017
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Refrandum Serxwebûn Kurdistan Geştên Asmanî Mesihî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêkhateyên Kurdistanê û bi taybetî mesihiyan, qedexeya geştên asmanî bo Hewlêr û Silêmaniyê bi biryareke ne dirûst û ne mirovane didin zanîn. Piraniya mesihiyên Îraqê yên Bexda û navçeyên din, neçar bûne li Başûrê Kurdistanê bicih bibin.

 

Beşek ji wan çûne derveyî welat, û hatinûçûna wan tenê bi riya balafirxaneyan e. Ew dibêjin, biryara Bexdayê ya rawestandina geştên ezmanî, hatinûçûn û pêwendiyên wan yên civakî jî, têk dane.

 

Nimêj, lava û daxwaz dilê mirovan aram dikin. Iraq jî welatekî pir ayîn û mezhebî ye, lê di salên dawî de mirov gelek caran ji ber bîr û baweriyên xwe dihatin kuştin û revendin.

 

Li Bexdayê beriya 2003an hejmara mesihiyan nêzîkî milyonek û nîvê bû, lê piştî 2013an hejmara wan li Iraqê pir kêm bû.

 

Beşek ji mesihiyên ku ji ber kotekî û çewsandina mezhebî ji Bexda û çend bajarên din ê Iraqê derketin berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û herwiha beşek ji wan jî çûne Ewropayê.

 

Îmad Hedad yek ji wan kesan e ku ev 12 sal in ji Bexdayê derketiye û li bajarê Hewlêrê dijî. Azadiya ku wî li herêmê dîtî bû sedem ku ew di giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de dengê bi belê bide. Îmad dibêje ku biryara qedexkirina asmanî li ser Herêma Kurdistanê karekî xirab û nemirovî ye.

 

Îmad Hedad ji Rûdawê re wiha got: “'Eger her welatiyekî Kurdistanê ji biçûktirîn kes heta bi serok hest bi ewlekariyeke rasteqîn û girêdana xwe ji bo Iraqê kiriba daxwaza serxwebûnê nedikir. Ji bo girtina firokexaneyan ez yek ji xelkê me ku birayê min li derve ye û dayika min li vir nexweş e, ka dê çawa were û wê bibîne. Çi tiştekî mezintir heye ku dayikeke nexweş nikaribe kurê xwe bibîne.''

 

Weke hemû ayînên asmanî, mesihiyet ayinekî aştîxwaz e, lê ew dibêjin ku li Iraqê ew ne tenê ji aştiyê bê par mane,  bi ser de wan aramî jî nedîtiye û li Kurdistanê hem aştî û hem xweşî peyda kirine. Ebdilmesih Hena xelkê Başûrê Kurdistanê ye û di wê baweriyê de ye ku dewleta Kurdistanê dê mafên wan biparêze.

 

Li seranserê cîhanê û her ji mêj ve giyandarî û ruhaniyat fakterekî sereke ne ku mirov bi xweşî û bawerî bijî û hest bi aramiya derûnî bike.

 

Avakirina çend grûpên tundrew piştî 2003an li ser binemayên mezhebî li Iraqê mafê mesîhiyan û taîfeyên din di pêkanîna merasîmên olî de xiste bin gef û metirsiyê û berovajî tevehiya Iraqê, Herêma Kurdistanê bi pêkvejiyana aştiyane tê naskirin, lewma bi nerîna mesîhiyên Iraq û Başûrê Kurdistanê ev pêkvejiyan wê di dewleta Kurdistanê de bihêztir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst