Nasnameya 3 şervanan hat eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 3 şervanên ku canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên ku di demên cuda de canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya HSDyê şervanên HSDyê Andok Êriş Viyan, Ararat Serhed û Êriş Umut dema erkên xwe pêk danîn canê xwe ji dest daye.
HSDyê sersaxî ji malbatên wan re xwest û soz da ku ew dê têkoşîna xwe ranewestînin heta ku ew xewn û armancên şervanan, bi dest bixin.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên 3 şervanan wiha ne:
Andok Êriş Viyan (Mihemed Bartan) li Bendava Tişrînê 25ê Kanûna Paşîn a 2025an canê xwe ji dest da.
Ararat Serhed (Omer Gokdax) li bajarokê Şêxlerê yê Kobanyê 25ê Sibata 2025an di qezayeke leşkerî canê xwe ji dest da.
Êriş Umut li Bendava Tişrînê 1ê Çiriya Pêşîn a 2025an di qezayeke leşkerî canê xwe ji dest da.