DÊRSIM - Ji ber greva 17 karkeran kargeha tekstîlê hat girtin

Dêrsim (Rûdaw) - Take kargeha dirûnê ya li Dêrsima Bakurê Kurdistanê ev hefteyeke girtî ye.

Li kargeha ku deriyê dahatê yê nêzîkî 120 kesî bû û cilûberg hinardeyî 8 welatan dikirin, ji ber greva 17 karkeran kar hatiye rawestandin.

Birêvebiriya kargehê ji ber vê rewşê ev hefteyek e derî girtiye û hilberîna xwe rawestandiye.

"Em karê xwe dixwazin"

Yek ji karkerên kargehê Bariş Ozden diyar kir ji ber grevê ew mexdûr bûne û karê xwe dixwazin û wiha pê de çû:

“17 hevalên me dest ji kar berdan, derbasî çalakiyên sendîkayî yên cuda bûn û ji ber çalakiyên wan, xebatên me hatin rawestandin.

Me li vir ji bo markaya cîhanî Zara berhem çêdikirin û ev berhem bi vî awayî li welatan belav dibûn.

Niha 85-90 hevalên me mexdûr in, em jî wekî birêvebirî û hevalên xwe, karê xwe dixwazin."

Li gorî agahiyan, berî çend mehan li servîsa kargehê di navbera beşek ji karkeran de pirsgirêk derketiye.

Piştî ku pirsgirêk bi rêya diyalogê nehat çareserkirin, 17 karkeran dest ji kar berda û bi piştgiriya sendîka û aliyên siyasî ketin grevê.

Lê ji ber greva wan, niha hemû karkerên mayî bê kar mane û li benda çareseriyê ne.

"Çima bi nanê me dilîzin?"

Karkerên din ên kargehê jî bertek nîşanî hevalên xwe yên di grevê de didin.

Karker Ozlem Gunê nerazîbûna xwe wiha anî zimên, "Em ji karê me kirin.

Niha 17 kes rast in an ev 80 kes rast in? Ger ew rast bûna, em jî dê li cem wan bûna.

Wate ne rast in. Em dixwazin ew bên û bixebitin lê nehatin. Bi vî awayî nabe."

"Mirov ji vir nan dibin malên xwe"

Karker Adîle Guzelê jî bertek nîşanî grevê da û wiha got:

"Em karê xwe dixwazin. Bila her kes destên xwe ji ser karê me vekişîne, li vir kar nîne tenê ev kargeh heye.

Ev qas mirov li vir dixebitin. Heyf e, çima bi nanê van mirovan dilîzin. Mirov ji vir nan dibin malên xwe."

Karkerên ku bê kar mane, beşek ji aliyên siyasî û sendîkayan wekî berpirsên vê rewşê dibînin.

Ji bo ku kargeh careke din were vekirin, karkeran li pêşiya avahiya Partiya Kedê (EMEP) xwepêşandan kirin.

Di xwepêşandanê de ji bo demeke kurt alozî derket lê bi navbeynkariya welatiyan bi dawî bû.