Li Amedê agir bi daristanê ket

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundewarên navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê şewat derket û midaxeleya ji bo vemirandina şewatê didome.

Li gundewarên navçeya Pîranê ji ber sedemeke ku hîn nehatiye zanîn şewat derket.

Li ser agahdarkirinê, Birêvebirya Karên Daristanan, tîmên vemirandinê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn herêma şewatê.

Hat ragihandin ku şewat ji cihên niştecihbûnê dûr e û xebatên tîman ên ji bo kontrolkirina agir didomin.

Her wiha hat eşkerekirin ku helîkoptereke cendirmeyan jî ji hewayê tevlî xebatên vemirandina agir bûye.