Li Hewlêrê agir bi benzînxaneyekê ket: Sedem çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Hewlêrê ragihand ku di şewata li benzînxaneya taxa Fermanberan a Hewlêrê de ti ziyanên canî çênebûne û da zanîn ku benzînxane pêbendî rênîşanan nebûye.

Danê sibehê li taxa Fermanberan a Hewlêrê agir bi benzînxaneyekê ket.

Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Hewlêrê Şaxewan Seîd piştî kontrolkirina agir di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand:

"Di rûdanê de ti ziyanên canî çênebûne û tenê 2 karmendên me bi sivikî birîndar bûne."

Şaxewan Seîd da zanîn ku 11 tîmên wan di kêmtirî 35 xulekan de agir kontrol kiriye.

Benzînxaneya ku agir bi ketiye, benzîna hikûmetê ya ku bi 750 dînaran belav dike ye û di dema valakirinê de şewat derketiye.

Şaxewan Seîd li ser sedema şewatê got:

"Awayê valakirina benzînê şaş bûye.

Ji bilî benzînê, cihê belavkirina gaza LPGyê jî bûye.

Benzîn, gaz û jeneratorên kahrebeyê nêzîkî hev bûn û em guman dikin ku di dema valakirina benzînê de şaşiyek çêbûbe."

Di rûdanê de hejmarek barhilgirên veguhastina benzînê jî şewitîn.

Şaxewan Seîd her wiha anî ziman:

"Benzînxane yek ji wan cihan bû ku pêbendî rênîşanên me nebûye û berê jî ji aliyê tîmên me ve hatibû agahdarkirin."