Abdullah Demîrbaş: Hêzên tarî dixwazin pêvajoya çareseriyê xirab bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê berê yê navçeya Sûrê ya Amedê Abdullah Demîrbaş ragihand ku ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê divê dewleta Tirkiyeyê gavan lezgîn biavêje û got, “Aliyê Kurdan gava xwe avêtiye lê dewletê hîn neavêtiye.”

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek dabû û Ocalan gotibû ku ew dê dest bi pêvajoya mizakereya demokratîk bike.

Siyasetmedar û Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaşê ku niha li Swîsreyê dimîne bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser pêvajoya çareseriyê bersivandin.

“Divê dewlet gavan biavêje”

Abdullah Demîrbaş diyar kir ku pêvajo ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn gelekî girîng e û got:

“Çareserkirina pirsgirêka Kurdan, çareserkirina Rojhilata Navîn e. Ji ber vê jî ev gav dîrokî ne.

Hêla Kurdan û Birêz Ocalan gaveke dîrokî avêt û wan got, em amade ne ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan û çareserkirina azadî, wekhevî, demokrasî û aştiyê amade ne.

Îro em hatine qonaxeke ku hêla Kurdan gavên xwe avêtine lê dewleta Tirk bi taybetî ji bo bipêşxistina vê pêvajoyê hîn gavên xwe neavêtine û hêzên reş û tarî, hîn jî li Tirkiyeyê dixwazin ev pêvajo xirab be.”

“Ji bo hinek gavan pêwîstî bi yasayên nû nîne”

Şaredarê berê yê Sûrê amaje pê kir ku ji bo avêtina hinek gavan pêwîstî bi guhertina yasayan nîne û tenê vîna siyasî bes e û ew gav wisa rêz kirin:

“Yekemîn, girtiyên nexweş, duyemîn, berdana Birêz Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî, hemû siyasiyên girtî, sêyemîn, ew însanên ku ji karê xwe hatine avêtin, divê vegerin ser karê xwe û çaremîn jî li ser şaredariyan qeyûm hene û ev eyb û şermeke mezin e.

Lazim e ev gav di serî de bên avêtin.”

Demîrbaş da zanîn ku ji bo çareseriyeke mayînde divê Komîsyona Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi Abdullah Ocalan re rûne, dest bi mizakereyan bike û nexşerêyeke nû amade bike.

“Hîn aliyên tarî hene”

Abdullah Demîrbaş li ser pirsa “hûn ji bo paşeroja pêvajoyê çi qasî bi hêvî ne” jî wiha axivî:

“Em bi temkînî li vê yekê dinêrin. Çima? Kurd ji vê rewşê westiyane, dewleta Tirk hîn yekparçe nîne.

Îro dewleta Tirk ji sê parçeyan pêk tê. Aliyek neo-îttîhatî ne, dixwazin hîn înkar û îmhayê bidomînin. Hinek jî dibêjin, em wan bi wextê re bixapînin û pûç bikin.

Sêyemîn jî dibêjin, eger em çareseriyan nebînin, dê Tirkiye parçe bibe.

Eger ev aliyê sêyemîn bilez gavên xwe neavêje, dê hêzên tarî û reş vê pêvajoyê xirab bikin.”

“Divê hemû partiyên Kurdan nexşerêyekê amade bikin”

Abdullah Demîrbaş li ser îdiayên ku “Eger pêvajo bi ser bikeve dê vegere Amedê” jî da zanîn ku ew amade ne ji bo çareseriyê vegere lê ji bo vegerê şert di destê desthilatê de ne û got:

“Rêya çareseriyê, rêya siyaset, hiqûq, aştî û aramiyê ye lê divê dewlet rêya vegera me vebike.

Rêya vegera gerîlayan, rêya vegera xelkê li Mexmûrê.

Divê hemû ev gav ji aliyê dewletê ve bên avêtin da ku em bibêjin em tevlî siyaseta demokratîk dibin û pirsgirêkan çareser dikin.”

Demîrbaş di dawiya axaftina xwe de bangî aliyên siyasî yên Kurdan kir û anî ziman:

“Divê hemû partiyên Kurdistanî ji bo vê pêvajoyê, ji bo pirsgirêka Kurdan amadekariyên xwe bikin.

Ew dikarin bi hev re çi bikin? Divê nexşerêyeke wan a hevbeş hebe.”