DAIŞê navên êrişkar û xwekujên êrişa Dubiz askere kir

04-11-2015
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Êriş Xwekuj Dubiz Kerkûk Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina DAIŞê navên wan çekdarên xwe yên xwekuj aşkere kir, ku duh şev di êrişa ser navçeya Dubiz a girêdayî Kerkûkê de xwe bi hêzên asayiş û pêşmerge ve teqandin.

 

Li gor daxuyaniya DAIŞê ku di medyayên civakî de hatiye belavkirin, hatiye îdiakirin ku 2 ji êrişkarên ku di êrişa çekdarên DAIŞê bo ser navçeya Dubiz a Kerkûkê de beşdar bûn, kurd bûne û navê wan Ebû Besîr El Kurdî û Mihemed Omer El Kurdî ye.

 

DAIŞê daye xuyakirin, ku navê çekdarê wan ê xwekuj jî Ebû Cuneyd El Ensarî ye û herwiha îdia kiriye ku tenê wan her 3 kesan êrişa Dubiz pêk anîne.

 

Duh saet 20:00ê şev 2 çekdarên xwekuj ên DAIŞê xwe li ber avahiya qayimeqamî û navenda polîsê navçeya Dubiz a girêdayî Kerkûkê teqandin û piştre çend çekdarên din ên DAIŞê dest bi êrişên xwe bo ser her du cihan kirin.

 

Di êrişê de, şer ûpevçûnên giran di navbera hêzên pêşmerge, asayiş û polîs li aliyekê û çekdarên DAIŞê li aliyê din de derket û piştî 2 saetan şer, rewş hat kontrolkirin û êrişa DAIŞê hat têkbirin.

 

Li gor agahiyan, di encama pevçûnan de 6 kes ji hêzên asayiş û pêşmerge şehîd bûn.

 

Herwiha duh şev hatibû ragihandin, di encama êrişa DAIŞê û şer û pevçûnana de 8 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku 4 ji wan xwekuj bûne.

 

Berpirsê Eniya Şer a Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û got: “Dibe ku terorîstên DAIŞê di nav erebên deverê û yan jî di nav koçberan de bin.”

 

Kemal Kerkûkî da xuyakirin, duh şev otomobîleke bombekirî li ber avahiya qayimeqamiya Dubiz hat teqandin û piştre çend çekdaran bi narincokan dest bi êrişê kirin.

 

Kerkûkî da zanîn: “Piştre xwekujekî xwe li xala kontrolê ya Dubiz-Kerkûkê teqandin û di encamê de 4 kes ji hêzên polîs şehîd bûn û 15 karmendên asayiş û polîs jî birîndar bûn. Herwiha 8 xwekuj û çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.”

 

Rêvebirê Polîsê Kerkûkê û derdora wê Serhed Qadir di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand,  lêkolîn derbarê wê bûyerê de berdewame û di operasyonên îro danê sibehî de hêzên ewlehiyê karîne li gundê Qeretepe 3 ji çekdarên DAIŞê bigrin ku şeva borî êrişî Dubizê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst