Li Kerbelayê xwepêşanderan êrîşî Konsulxaneya Îranê kirin

Bexda (Rûdaw) – Xwepêşanderên nerazî li Kerbelayê şeva bihorî êrîşî avahiya Konsulxaneya Îranê kirin, ala Îranê anîne xwarê û ala Iraqê li cihê wê danîn.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê bi teqekirinê û gaza rondikrêj hewl dan, xwepêşanderan li derdora avahiya Konsulxaneya Îranê ya li Kerbelayê belav bikin, lê belê xelk li ser nerazîbûnên xwe berdewam bûn û ji dûr ve kevir davêtin konsulxaneyê.

Xwepêşanderên nerazî herwiha bi mlotofan êrîş birin ser avahiya Konsulxaneya Îranê û ji ber wê yekê, agir berbû dîwarê konsulxaneyê.

Ew zêdetirî 10 rojan e ku xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî hikûmetê, li bajarên Bexda, Besra, Mîsan, Zîqar, Kerbela, Necef, Dîwaniye, Wasit, Babil û Musenayê berdewam in.

Li gor Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha nêzîkî 300 kes hatine kuştin û zêdetir ji 12 hezar kesan jî birîndar bûne.