Nêçîrvan Barzanî: Em dê destaneke din tomar bikin

Hewlêr (Rûdaw) -  Nêçîrvan Barzanî ragihand ku vê carê partiya wî dê "bi hêz û bi bandor" li Bexdayê be û tekez kir ku divê hemû pirsgirêkên xwe yên bi Bexdayê re bi awayekî aştiyane, bi diyalog û bicihanîna destûr û sîstema federalî çareser bikin.

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de li Dihokê gotarek pêşkêş kir û destpêkê silav û rêzên Serok Mesûd Barzanî gihandin alîgiran.

Her wiha Alîkarê duyem ê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî jî di bangeşeyê de amade bû.

Nêçîrvan Barzanî li hemberî alîgirên partiya xwe got:

"Çi serbilindiyeke mezin e ku mirov di nav partiyeke wisa de be ku xwedî ew qas dilsoz û wefadar be.

Ev e Badînan û ev e PDK."

"Em dê destaneke din tomar bikin"

Alîkarê Serokê PDKyê her wiha got:

"Badînan û PDK, yek dil, yek can û yek deng in.

Bêguman roja 11.11.2025an em dê hemû bi hev re, bi piştgiriya we, destaneke din a serkeftinê ji bo Kurd û Kurdistanê û ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê tomar bikin.

Dema ez coş û kelecana we dibînim, ez piştrast im ku wekî her carê serkeftin dê para Partiya Demokrat a Kurdistanê be û em dê milyonek deng û zêdetir jî bi dest bixin."

"PDL dê bi hêz li Bexdayê amade be"

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku wan sala 2005an destûra Îraqê pesend kir û wiha axivî:

"Me got dê Îraqeke ku welatê me hemûyan be were avakirin lê 20 sal in destûr nehatiye bicihanîn, şer û malwêranî bi ser Îraqê de hat, mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê hatin binpêkirin û federalî hat piştguhxistin.

Me got ev qonaxeke demkî ye û ew qonax jî derbas bû.

Niha Îraq aram e, lewma êdî dema wê ye ku PDK vê carê li Bexdayê hewl bide û ji bo bicihanîna destûrê û sîstema federalî kar bike.

Ji ber vê jî pêwîst e PDK bi hêzeke mezin li Bexdayê amade be û dengê we bi bandor bigihêje Bexdayê."

"Kar û avadanî dê bibe bersiva neyaran"

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku "PDK mala hemûyan e, mala hemû netewe û olan e" û da zanîn:

"Wextê me nîne ku em bersiva neyar û dijminan bidin û em naxwazin xwe ji bo wê astê nizm bikin.

Divê kar û avakirina Kurdistanê bibe bersiva neyarên PDKyê.

Ji ber vê em bersiva kesî nadin, çimkî xelkê Kurdistanê heqaniya PDKyê û yên din jî dibîne.

Karwanê avedanî û xizmetguzariyê berdewam e û em dê bigihêjin wê armanca ku we ji bo wê têkoşîn kiriye û westiyane."

Spasî ji bo Mesrûr Barzanî

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got:

"Ez destxweşiyeke mezin li birayê xwe yê hêja Kek Mesrûr Barzanî dikim ku wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, tevî hemû zehmetî û astengiyên ku hatine kirin û tên kirin, karwanê xizmetkirina Kurdistanê berdewam bûye.

Tiştê ku em îro dibînin, roj bi roj proje tên vekirin û hîmê projeyên din tên danîn.

Ev e PDK û ev e xizmetkariya PDKyê, ji ber vê çepikeke germ ji bo Serokwezîr lê bidin ku di hemû waran û cihan de proje temam kirine."

"PDK çiya ye û xwe naçemîne"

Nêçîrvan Barzanî her wiha dupat kir ku heta PDK hebe, dê kar, proje û xizmet jî bidomin û ragihand:

"PDK pênaseya avedankirinê û bawernameya avedaniya Kurdistanê ye.

Gelek zext li Kurdistanê hatin kirin da ku hûn û PDK xwe biçemînin lê me bi hêz û piştgiriya we nîşan da ku PDK çiya ye û xwe naçemîne."

Nêçîrvan Barzanî spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê kir û got:

"Karmendan dev ji karê xwe berneda û xizmeta xelkê xwe kir.

Mamoste di karê xwe de berdewam bûn û deriyên dibistan û zanîngehan rojekê jî nehatin girtin.

Pêşmerge û hêzên asayîşê ji berê germtir erkê xwe bi cih anî.

Ev cihê spasî, pêzanîn û destxweşiyê ye."

Bangî ciwanan kir

Alîkarê Serokê PDKyê amaje bi wê yekê kir ku paşeroj a ciwanan e û hêvî kir ku "guhê xwe nedin wan kesên ku tovê bêhêvîtiyê diçînin û gel û welêt li ber çavên wan reş dikin" û xwest:

"Bi giyanekî Pêşmergane biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsteya hejmar 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê."

Nêçîrvan Barzanî di dawiya axaftina xwe de careke din tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re kir û anî ziman:

"Divê em hemû pirsgirêkên xwe yên bi Bexdayê re bi awayekî aştiyane, bi rêya diyalog, lihevtêgihiştin û bicihanîna destûr û sîstema federalî çareser bikin.

Ji ber vê divê PDK bi hêz li Bexdayê amade be, çimkî PDK dikare li Bexdayê hevsengiyê biparêze û bibe parêzvanê berjewendiyên xelkê Kurdistan û Îraqê û her wiha parêzvanê hemû pêkhateyan be."