Li Amedê 2 kom bi çekan bi hev ketin: 2 kuştî û 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, di dikaneke qesabiyê de di navbera 2 koman de pevçûneke bi çekan derket.

Di encama pevçûnê de 4 kes birîndar bûn û tîman ew birin nexweşxaneyên bajêr.

Li nexweşxaneyê, tevî hemû hewldanan Zulfu Coşan û Ensarî Coşan mirin.

Hat ragihandin ku tedawiya 2 kesên din ên ku di bûyerê de birîndar bûbûn, didome.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.