Faîk Bulut: Ez bawer dikim ku Demîrtaş dê derkeve

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger, lêkoler û nivîskar Faîk Bulut got, “Ez bawer dikim ku Demîrtaş dê derkeve. Heqê wî heye ku azad bibe.”

Faîk Bulut pêvajo û mijara berdana Selahattîn Demîrtaş ji Rûdawê re nirxand.

Bulut diyar kir ku “Hemû partî li gorî xwe hesaban dikin û rola Demîrtaş li gorî xwe dinirxînin û PKK, Apo û AKP mecbûr in ku li ser vê maseyê rûnin da ku diyalogekê çêkin.”

“Heqê Demîrtaş e ku were azadkirin”

Faîk Bulut nêrînên xwe yên li ser berdana Demîrtaş û mijara ku Komîsyon here Îmraliyê wiha anîn zimên:

“Bi rastî, heqê Demîrtaş e ku were azadkirin. Ji ber ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) çend caran biryar da ku divê Demîrtaş were azadkirin.

Ev mafê wî ye. Ez bawer dikim ku dê di çend hefte yan rojan de wî berdin.

Ya din jî, hesabên hemû partiyan hene. Ango, eger ew were azadkirin, hesabê CHPyê heye, hesabê DEM Partiyê heye, hesabê MHPyê heye, hesabê AKPyê heye.

Hemû partî hesabên xwe dikin ku eger Demîrtaş were azadkirin, dê çi bibe, dê çi bike, dê çi alîkariyê bide pêvajoya aştiyê? Rola wî çi ye? Dûrbûna wî çi ye?”

“Rola Nêçîrvan Barzanî wekî kilîlekê ye”

Faîk Bulut pirsa li ser rola Başûrê Kurdistanê jî bi vî rengî bersivand:

“Weleh careke din jî min gotibû, rola Birêz Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesûd Barzanî, rola wan gelekî girîng e. Gelekî muhîm e.

Ez bawer im di serdana dawî ya Enqereyê de jî ev mesele hatine gengeşekirin. Heta tê gotin ku di rojeva tevgera ji bo Rojava de jî hinek ricayên wiha hatine kirin.

Dîsa Nêçîrvan Barzanî, Kek Nêçîrvan Barzanî, ew jî piştî çûn û hatinê, ez bawer dikim ku pêvajo di qonaxa sêyem de ye û rola Nêçîrvan Barzanî wekî kilîlekê ye di vê yekê de.

Dema ku ew vî deriyê girtî veke dê baş be. Divê hemû Kurd, wekî Kek Barzanî, Mesûd Barzanî, Kek Nêçîrvan, xîretê bikin ji bo mesela Kurdan.

Ji ber ku mesela Kurdan tenê ne mesela Kurdên Bakur e, mesela Başûr e, mesela Rojava ye.

Em çi qasî bi pêş de herin, em dê ew qasî nêzîkî hev bibin. Ango, biratî, dostanî û hevkariya me dê her ku diçe zêdetir bibe.”

Girtina Demîrtaş

Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe ya 8ê Tîrmehê de biryar dabû ku girtina Demîrtaş binpêkirina mafan e.

Eger Tirkiyeyê heta 8ê Çiriya Pêşîn îtiraz nekira, biryar dê biketa meriyetê û berdana Demîrtaş dê bihata rojevê.

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya bidawîbûna demê bi rojekê, 7ê Çiriya Pêşîn îtiraz kir û xwest ku doz ji bo Daîreya Mezin a DMMEyê were şandin.

Lê DMMEyê doh ev serlêdan red kir.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî îro got, ”Berdana Demîrtaş dê bibe wesîleya xêran.”

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz jî got, “Piştî vê qonaxê dê ji aliyê dadgehê ve biryara berdanê were dayîn.”