SINE - Mamosteyekî zimanê Kurdî dê were girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyekî xwebexş ê zimanê Kurdî û endamê Desteya Birêvebir ê Rêxistina Çandî-Civakî ya Nojînê yê li bajarê Sineyê dê were girtin.

Rêxistina Nojînê ragihand ku Dadgeha Sineyê, mamosteyê xwebexş ê zimanê Kurdî Îdrîs Mînberî agahdar kiriye ku roja şemiyê ji bo bicihanîna cezayê xwe biçe Dadgeha Sineyê.

Nojînê da zanîn ku Îdrîs Mînberiyê ku di xwenîşandanên piştî candana Jîna Emînî de hatibû desteserkirin û çend caran bi çend tohmetan hatibû darizandin, bi girtina salekê hatiye cezakirin û hatiye agahdarkirin ku roja şemiyê biçe dadgehê ku ji wir jî bibin girtîgehê.

Îdrîs Mînberî 18ê Çiriya Pêşîn a 2022yan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li Sineyê hatibû desteserkirin û piştî demeke bi kefaletê hatibû berdan.

Ew 9ê Çiriya Paşîn a 2023yan ji aliyê Dadgeha Tawanan a Sineyê ve bi tohmetên "têkdana asayîşa giştî" û "avakirina koman li dijî desthilatê" bi girtina salekê û sirguna Girtîgeha Dîzelabadê ya Kirmaşanê hatibû cezakirin.

Îdrîs Mînberî wê demê ragihandibû ku dadgehê ji ber sedemên wekî beşdariya merasîma veşartina Jîna Emîniyê piştgirîya xwenîşandan û nerazîbûnên xelkê, baweriya bi pirneteweyîbûna Îranê û Alaya Kurdistanê ew ceza li wî biriye.

Rêxistina Nojînê sala 2010an hatiye damezirandin û li bajar û gundên Sineyê kursên fêrkirina zimanê Kurdî vedike.

Îdrîs Mînberî yek ji damezirînerên Nojînê û endamê Desteya Birêvebir û mamosteyê zimanê Kurdî ye.