14 Photos
Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê îro Duşemî 4ê Berfanbara 2017ê di çarçoveya Roja Cîhanî ya Nexweşiya AIDSê de, kempîneke pişkinîna nexweşiya AIDSê dest pê kir.
Tîmên tendirustiyên li ber kela dîrokî ya Hewlêrê nimûneya xwînê ji welatiyan wergirtin û ji wan re pişkinîna nexweşiya AIDSê encam dan.
Li gorî amara Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 26 haletên nexweşiya AIDSê li seranserê Herêma Kurdistanê hene ku 14 ji wan li Hewlêrê, 7 halet li Silêmaniyê û 5 nexweş jî li Duhokê ne.
Wergêran û nivîsîn: Sîna Soma