Kadrî Yildirim ji ber Coronayê rakirin beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyê
Hewlêr (Rûdaw) - Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji ber Coronayê rakirin nexweşxanê.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim di 24ê Mijdarê de bi Coronayê ketibû. Piştî rewşa wî ber bi xerabbûne ve çu, roja Duşemê ew rakirin Nexweşxana Memoriala Amedê.
Li gor agahiyan, Yildirim ji ber rewşa xirab a tendirustiyê bo beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyê hatiye veguhastin.
Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci diyar kir, ku tedawiya Yildirim di bin çavdêriya bijîşkan de li nexweşxaneyê berdewam dike.
Kadrî Yildirim di xûla 26an a parlamentoya Tirkiyê de, ji bazneya Sêrt a Bakurê Kurdistanê parlamenterê HDPê bû.