Kesek bi çeka pêlîstok çû diziyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ku bi çeka pêlîstok ji zêrîngerekî zêr dizîn û xwest bireve ji aliyê xwediyê dikanê ve ji lingê xwe hat birîndarkirin û girtin.

Li gor agahiyan li taxa Silêmaniyê ser bi navçeya Xelîliyê kesek ket dikane zêringerekî, çek arasteyî xwediyê dikanê kiriye û piştî ku hinek zêr wergirtine xwestiye bireve.

Lê xwediyê dikanê ew şopandiye, bi çekê ji lingê wî birîndar kiriye û bi alîkariya welatiyên derdorê hatiye girtin.

Polîsên ku hatine cihê bûyerê tedbîrên ewlekariyê wergirtine û dizê bi navê N.A ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin. Li gor polîsan, wî kesî bo diziyê çeka pêlîstok bikar aniye.