Komîteya Koçberên Serê Kaniyê bang li Netewên Yekbûyî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Koçberên Serê Kaniyê daxwaz ji Netewên Yekbûyî dike ku dawî li hebûna artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve bîne ku dest bi ser Serê Kaniyê de girtine.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê di korbenda kêmîneyan ya Cenevê li Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî de gotarek pêşkêş kir û di wê gotara xwe de behsa bandora êrişa Tirkiyê ya li ser Serê Kaniyê kir û amarên binpêkirinan jî eşkere kir.
Komîteya koçberên Serê Kaniyê ragihand ku ji ber êrişa Tirkiyê, 175 hezar kes ji malên xwe bi neçarî derketin û 55 gund bi temamî ji neşteciyên wê hatin valakirin.
Komîte tekez dike, “55 malbatên çekdarên DAIŞê di malên sivîlên Serê Kaniyê de yên ku dest danîbûn ser de hatin bicihkirin.”
Komîteyê 4 daxwazî pêşkêşî Netewên Yekbûyî kirin ku ew jî bi dawîanîna li hebûna artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên ser bi wê ve li Serê Kaniyê, vegereke bi ewle bo xelkê resen yê navçeyê, dîtina rêyan bo parastin û qerebûkirina kesên zeremend ji xelkê bajarê Serê Kaniyê.
Gotara Komîteya Koçberên Serê Kaniyê:
JI BO DESTEYA NETEWÊN YEKBÛYÎ KOMCIVÎNA PÊWENDÎDARÊN DOZÊN HERÊMÎ
CINÊV- 02-03 BERFANBAR
Gotina Komîta Koçberên Serê Kaniyê (Ras Elên) – Sûriya
Spas Birêz Serok
Roja 9ê Cotmehê sala 2019an rojeke biêş bû ji bo miletên bajarê Serê Kaniyê (Ras Elên) li bakur rojhilatê Sûriyê, dema ku dewleta Tirk piştgiriya komên çeteyên `Artêşa Niştîmanî ya Sûrî` kir ji bo dagirkirina bajar û gundewarên Serê Kaniyê bi navê (Kaniya Aşîtiyê). Di encamê de bû sedema koçberiya gelê bajêr û gelek koçberên Sûrî ji navçeyên din li vê herêmê bicihkirin û bû sedema derketina şer û pevçûna di navbera netewan, ol û nijatperestî derket pêş.
Dewleta Tirk ev operesyon ji bo parastina sînorê xwe binav kir, lê li ser erdê bû sedema şerê dijî sivîlan û gelek binpêkirinên li dijî mafê mirovan hatin kirin li dijî hemû pêkhateyên navçê ji Kurd, Ereb, Siryan, Aşûrî, Êzîdî, Şîşan û Çerkesî. Ev operesyona Tirkiyê di nav gelek sazî û dezgehên navnetewî de weke dagirkeriyê binavkirin û komîta lêpirsîna navnetewî ya bi taybet li Sûriyê di du raporên xwe de tekez kirin ku gelek binpêkirinên ne yesayî li dijî sivîlan û pevçûnên naskirin bi jiyaneke hevbeş û hevgirtinek civakî.
Bi giştî di encama vê operesyonê de 175 hezar sivîl hatin koçberkirin, ên vegeriyan ne zêdeyî ji 10% û bi dehan kuştî û 350 sivîl hatin girtin. Her wiha guhertina demografî ji aliyê dewleta Tirk li bajarê Serê Kaniyê û navçeyên wê derkete holê dema ku du hezar malbat ji hemû navçeyên Sûrî hatin bi cihkirin û 55 malbat ji çekdarên Rêxistina DAIŞê di malên sivîlên Serê Kaniyê de yên ku dest danîbûn ser wan hatin bicihkirin.
Operesyona Kaniya Aşîtiyê gefeke rasterast li ser netewên navçê bû û Kurd weke niştecihên resen ên vê navçeyê ne û koçberkirina gelek olan weke Mesîhî, Êzidî, Şîşan û Şerkesî.
Em wekî komîta koçberên Serê Kaniyê di nerîna me de tiştên ku pêwîst e were kirin ev in:
-Bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser navçeyê ji aliyê Netewên Yekbûyî li gorî raporên wê yên ku hatin pêşkêşkirin
-Derxistina hemû hêzên leşkerî dibin çavdêriya navnetewî de
-Vegerek ewle ji bo hemû sivîlan û niştecihên resen ên navçeyê bê ku dagirkerî û hêzên leşkerî hebe
-Lêkolîn û piştgirî ji bo kesên ku zirar dîtin di vê êrîşê de ji xelkên resen ên Serê Kaniyê
(Komîta Koçberên Serê Kaniyê–Ras Elên)