Li Wanê bi hinceta PKKyê 4 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta PKKyê 4 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 27ê Çiriya Paşînê û 3ê Kanûna Pêşînê de bi armanca “rêgiriya çalakiyên rêxistinê operasyon" hatin kirin.

Li Wanê di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 4 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta PKKyê xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.