Xeyala Zinar pêk hat: Bû rahênerê Amedsporê
Amed (Rûdaw) - Tîma Amedsporê xeyala Zinar Altuntaşê ku xwedî sendroma Downê ye pêk anî.
Zinarê ku xeyala wî ya herî mezin rahêneriya tîma kesk û sor bû, beriya maça Umraniyesporê derket qadê û tîm di bin fermanên wî de xwe ji maçê re amade kir.
Di çarçoveya Roja Cîhanî ya Astengdaran de Amedsporê xwest dilê Zinar Altuntaşê ku Kurdekî Anatoliyaya Navîn e xweş bike.
Zinar xelkê navçeya Cîhanbeyliyê ya Konyayê ye û malbata wî ev 25 sal in li Amedê dijî.
Rahênerê Amedsporê Sînan Kaloglu û lîstikvanan Zinar bi germî pêşwazî kir.
Zinar li Zanîngeha Dîcleyê beşa rahêneriyê dixwîne û alîgirekî dilsoz ê Amedsporê ye.
"Em dê îsal bibin şampiyon"
Zinar Altuntaşê ku kelecana gelekî bi kelecan bû li ser amadehiyên maçê got:
“Maça me û Umraniyesporê heye û dê bibe maçeke zor. Niha rewşa Amedsporê pir baş e û em di rêza sêyem de ne.
Heke em maça Umraniyesporê bistînin em dê derkevin rêza duyem an jî yekem.
Em dê îsal bibin şampiyon.”
Malbat Zinar kelogirî bû
Bavê Zinar diyar kir ku mala wan bi eşqa Amedsporê tijî ye û got:
“Kincên Zinar, formayên wî û her tiştê wî yê li malê yê Amedsporê ye.
Em pir kêfxweş bûn, xeyala me ev bû. Roja ku Zinar pir kêfxweş be, em jî kêfxweş dibin. Em kelogirî bûn.
Vê heftiyê maça Umraniyesporê heye û rahêner jî Zinar e. Ez bawer im bi saya Zinar Amedspor dê vê maçê bistîne.”
Dayîka Zinar Songul Altuntaşê jî hestên xwe wiha anîn zimên:
“Zinar ji doh ve gelekî bi kelecan e. Îro berê sibehê zû hişyar bû.
Xeyaleke me bû ku em Zinar li vir bibînin, ew xeyala me jî pêk hat. Înşelah hemû xeyalên Zinar pêk werin.”
"Amedspor ne tenê klubek e"
Rahênerê Amedsporê Sînan Kaloglu jî ji ber vê serdanê kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
”Em her tim dibêjin Amedspor ne tenê klubeke futbolê ye. Îro Zinar li vir e, ev hem ji bo Zinar hem jî ji bo me cihê bextewariyê ye.”
Amedspor bi 29 puanan di rêza sêyemîn de ye. Hedefa Rahêner Zinar Altuntaş jî ew e ku li hemberî Umraniyesporê bi ser bikevin û bi 3 puanan vegerin Amedê.