Balafirgeha Silêmaniyê: Di demeke nêzîk de seferên Ewropa û Îranê dest pê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ragihand ku di çarçoveya asayîbûn û berfirehkirina seferan de, vê sibehê xeteke din a asmanî ya Tirkiyeyê dest bi seferên Silêmaniyê kiriye.
Her wiha eşkere kir ku heta dawiya vê mehê seferên Ewropayê jî dest pê dikin.
Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê Rêbaz Mihemed ji Rûdawê re ragihand, di çarçoveya berfirehkirina seferên asmanî de, vê sibehê "Xeta Asmanî ya AJet"ê dest bi seferên xwe kiriye.
Li gorî gotina Rêbaz Mihemed, li gorî plana heftane, Xeta Asmanî ya AJetê ya Tirkiyeyê dê çar seferên "Stenbol - Silêmanî - Stenbol"ê pêk bîne.
Bi vê yekê re hejmara seferên xetên Tirkiyeyê (Turkish Airlines û AJet) heftane dibe 8.
Niha 7 xetên asmanî li balafirgehê kar dikin, ew jî Turkish Airlines, Qatar Airways, FlyDubai, Iraqi Airways, Royal Jordanian, Mahan Air û AJet in.
Rêbaz Mihemed got, "Heftane nêzîkî 32 seferên me yên çûn û hatinê hene" û amaje bi wê yekê kir ku planên wan ên ji bo berfirehkirina seferan didomin û got:
"Nîvê vê mehê seferên me yên Ewropayê dest pê dikin û em dê destpêkê bi 'Condor Airlines'ê dest pê bikin.
Di paşerojeke nêzîk de dê seferên me yên Kishê hebin, dawiya vê mehê jî Xeta Asmanî ya Pegasusê vedigere."
Wî her wiha eşkere kir ku ew bi "Mahan Airline" re di nava dan û standin û hewldanan de ne da ku "seferên rasterast ên Kirmaşan û bakurê Îranê bidin destpêkirin."
Tirkiyeyê 3yê Nîsana 2023yan bi hinceta ewlehiyê asmanê welatê xwe li ber Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê girtibû.
Dorpêça li ser balafirgehê 9ê Çiriya Pêşîn a 2025an li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi erêkirina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat rakirin.
Piştî rakirina dorpêçê, 3yê Çiriya Paşîn a 2025an yekem balafira Xeta Asmanî ya Turkish Airlinesê bi 120 geştyaran li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê danîbû.