Li Mêrdînê qeza, mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdinê ya Bakurê Kurdistanê otomobîl û barhilgirek li hev qelibîn, kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser rêya parêzgehên Mêrdîn û Amedê çêbû.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.
Di qezayê Nûfel Karaalpa 30 salî canê xwe ji dest da û Bêrîvan Pulata 16 salî û Suphî Pulatê 35 salî birîndar bûne.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.