Li Dêrsimê gundî li dijî nêçîrê rabûn ser pêyan
Dêrsim (Rûdaw) - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê welatî nerazîbûnê nîşanî nêçîrvanan didin û dixwazin ku nêçîr bê qedexekirin.
Nêçîrvanên ku ji bajarên din tên, bi destûra dewletê li nêzîkî gundan nêçîrê dikin û gundî ji vê yekê aciz in.
Serokê Baroya Dêrsimê Dogukan Kudat jî çû serdana gundê Sorekê yê navçeya Mêzgirdê û piştgirî da gundiyan.
“Li cihên ku mirov lê dijîn mirov nikare behsa nêçîrê bike”
Serokê Baroya Dêrsimê diyar kir ku divê mafê jiyanê yê ajelan were parastin û wiha pê de çû:
"Em dê li dijî her kesî rawestin ku nêçîrê xurt û teşwîq dike.
Bi taybetî behsa qadên nêçîrê tê kirin lê em li vê derê dibînin ku qadên nêçîrê nînin.
Qadên nêçîrê herêmên ku ji aliyê dewletê ve tên parastin, xurtkirin û ji bo nêçîrê tên teşwîqkirin in.
Lê mirov nikare li nav gundan û li cihê ku mirov lê dijîn, behsa qadên nêçîrê bike.”
Welatî dibêjin herêma wan wekî herêma nêçîrê hatiye diyarkirin û ji ber vê yekê jiyana kovî zerareke zêde dibîne.
“Em dixwazin destûra nêçîrê bê betalkirin”
Welatî Hidir Kaplan anî zimên, “Nêzîkî du mehan e li herêma me nêçîr tê kirin. Em gundî rûbirûyî pirsgirêkên mezin dibin.
Em dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin. Dikevin milkên tapokirî û nêçîrê dikin.
Ji bo her nêçîrvanî mafê nêçîrkirina 2 kew û kîvroşkekê heye. Em dixwazin ev destûr bê betalkirin û nêçîr bê qedexekirin.”
“Em naxwazin li herêma nêçîr bê kirin”
Welatî Kaya Çelik jî got, “Em naxwazin li herêma me kesên biyanî nêçîrê bikin.
Em naxwazin li herêma me xwezaya me bê wêrankirin. Ev yek ne li gorî me ye û em vê yekê naxwazin.”
Li gorî Nexşeya Nêçîrê ya Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê ya sala 2025-2026an, li Dêrsimê 30 herêm wekî qadên nêçîra dewletê û 10 herêm jî wekî qadên nêçîrvaniya giştî hatine ragihandin.