Mehmet Kamaç: Pirsgirêk bi efûya giştî çareser nabe
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç ragihand ku pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê "gav bi gav" bi pêş ve diçe û Parlamentoya Tirkiyeyê roleke sereke di danîna nexşerêya paşerojê de dilîze.
Kamaç her wiha diyar kir ku pirsgirêka Kurdan bi efûya giştî çareser nabe û got: "Çareseriya li Enqereyê, deriyê aştiyê li Qamişloyê vedike."
Îro Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç bû mêvanê bultena "Roja Hîwa Cemal" a Tora Medyayî ya Rûdawê û qonaxa niha ya pêvajoyê nirxand.
Kamaç bal kişand ser hûrgiliyên qonaxa niha ya gotûbêjan û got:
"Avakirina Komîsyona Parlamentoyê û serdanên Îmraliyê nîşana wê yekê ye ku kar bi rêyeke erênî ve diçin lê em hîn di qonaxa destpêkê de ne."
“Parlamento ji bo çareseriyê sîwan e”
Kamaç derbarê rola parlamentoyê got, "Komîsyona Parlamentoyê raporên xwe li ser bingeha hevdîtin û agahiyan amade dike û encama wê dê bibe nexşerêyek ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê."
Bi baweriya Parlamenterê DEM Partiyê, parlamento cihê çareserkirina pirsgirêkê ye û divê yasayên pêwîst bên amadekirin da ku zemîn ji bo çareseriyeke mayînde were xweşkirin.
Çarçoveya yasayî ya ji bo bidawîanîna tecrîdê
Mehmet Kamaç diyar kir ku bidawîanîna tecrîda li ser Abdullah Ocalan, nabe tenê wekî gaveke demkî yan "derbaskirina demê" were dîtin û got:
"Her kes dizane Birêz Ocalan kilîla çareseriyê ye, lewma divê serdan û rakirina tecrîdê çarçoveyeke yasayî wergirin û bên misogerkirin, ne ku tenê wekî înîsyatîfekê bimînin."
Hişyariya Ocalan a li ser "mekanîzmaya darbeyê"
Parlamenterê DEM Partiyê Kamaç di beşeke din a axaftina xwe de behsa peyama hevdîtina dawî ya Ocalan kir û got:
"Birêz Ocalan di hevdîtinê de hişyarî daye û dibêje, 'Her dema ku gavek ji bo aştiyê tê avêtin, mekanîzmayeke darbekar û têkder dikeve kar.'"
Kamaç diyar kir ku mebesta Ocalan ji vê gotinê, ew hêz û alî ne (çi di nava dewletê de û çi li derve) ku dixwazin pêvajoyê ji rê derxînin û salên borî mînakên zindî ne ji bo van hewldanan.
Hûrgiliyên civîna îro û armancên Îmraliyê
Komîsyona Parlamentoyê îro dê dê bicive.
Li gorî agahiyan, di civîna îro de Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş dê naveroka serdana şandeya komîsyonê ya Îmraliyê bi endamên komîsyonê re parve bike.
Serdana şandeya komîsyonê ya ji bo Ocalan du armancên sereke li xwe girtibûn:
Yekem: Gotûbêjkirina li ser bicîkirina daxwaza Ocalan a ji bo danîna çekan û fesixkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).
Duyem: Gotûbêjkirina rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de.
Her wiha sêşema borî, şandeyeke DEM Partiyê hevdîtineke çar demjimêrî li gel Abdullah Ocalan pêk anîbû.
Bandora li ser Rojavayê Kurdistanê
Mehmet Kamaç li ser pêwendiya pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê ya bi rewşa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ve got:
"Eger li Tirkiyeyê çareseriyeke siyasî û aştiyane ji bo Pirsgirêka Kurdan were danîn, bêguman dê bandoreke rasterast li ser Sûriye û Rojavayê jî hebe."
Kamaç derbarê gotegotên rêkeftinên vê dawiyê yên Sûriyeyê jî got:
"Ev hîn di çarçoveya nûçeyan de ne lê çareseriya li Enqereyê, deriyê ji bo çareseriya li Qamişloyê jî vedike."
“Pirsgirêk siyasî ye ne efû”
Mehmet Kamaç di dawiya axaftina xwe de red kir ku têgeha "efûya giştî" çareseriya bingehîn be û got:
"Pirsgirêka Kurdan pirsgirêka maf, nasname û statuyê ye; nabe wekî tawanbar miamele li gel dozê were kirin û behsa efûyê were kirin lê divê çareseriya siyasî bê kirin."