Amara hinardekirina petrola Kurdistanê hate aşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê, asta hinardekirina rojane ya petrola Kurdistanê ya sala 2017an aşkere kir. Li gor amaran, sala derbasbûyî bi giştî rojane 445 hezar û 301 bermîl hatiye hinardekirin.

 

Wezareta Çavkaniyên Siruştî asta hinardekirina rojane ya çar mehên dawîn ên sala 2017an aşkere kir, ku di meha Îlonê de rojane 514 hezar û 54 bermîl, di meha Cotmehê de 384 hezar û 659 bermîl, di meha Mijdarê de rojane 252 hezar û 301 bermîl û di  meha Kanûnê de jî rojane 263 hezar û 542 bermîl hatiye hinardekirin.

 

Daketina asta hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di meha Cotemehê de, ji ber êrişên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê yên bi ser Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, ku Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê dest danîn ser kêlgehên petrolê yên Havana û Bay Hesen ên Kerkûkê ku petrola wan deveran ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dihatin firotin.

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan