Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanya ragihand, nêzîkî 1000 kesatî û berpirsên pilebilind ên wî welatî rastî êrîşên elektronî hatine.
Di nav wan kesan de ku rastî êrîşên elektronî hatine, berpirsên pilebilind ên hikûmeta Almanya, endamên parlamentoya Almanya, endamên parlamentoya Tekîtiya Ewropayê, medyakar, hunermend û hejmarek stranbêj hene, ku amûrên wan ên elektronî hatine hakkirin.
Herwiha êrîşa elektronî tevahiya partiyên siyasî yên Almanyayê jî li xwe girtiye, ku di nava parlamentoyê de hene, ji bilî Partiya Alternatîv bo Almanya.
Di nava wan zanyariyan de ku bi rêya hakkirinê hatine dizîn, zanyariyên taybet ên weke hejmara mobayl û faks, email û nameyên taybet ên kesî hene, ku li ser înternetê hatine weşandin.
Di nava siyasetvanên Almanî de ku rastî êrîşa elektronî hatine, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel jî heye ku hejmara faks, email û nameyên wê yên taybet hatine hakkirin û piştre li ser înternetê hatine belavkirin. Herwiha hesaba taybetî ya Robert Hak ê Serokê Partiya Kesk jî hatiye hakkirin.
Medyayên Almanyayê belav kirine, ku nêzîkî 1000 kesatî û berpirs rastî wê êrîşa elektronî hatine û amaje bi wê yekê jî kirine, ku êrîş di sala 2018ê de hatine encamdan, lê belê di wan du rojan de hûrgiliyên wan êrîşên elektronî hatine belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse