Di mehekê de 185 serî pezên welatiyekî mirar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Nexweşiya xorîke ku nexweşiyeke vayrûsê ye, li qeza Berdereşê ya ser bi Hewlêrê belav bûye û di mawê nêzîkî mehekê de 185 serî mîh û berxan kuştiye û rojane nêzîkî 10 seriyan dikuje.
Di mawê nêzîkî mehekê de 185 mîhên ajelderekî mirdar bûne. Mîh bi nexweşiya xurîkê ketine. Her mîheke tûşbîyî di pênc rojan de bi vî awayî lawaz dibe heta mirdar dibe. Ji berx û mîhên zayî û avis, rojane heft heta deh ser dimrin. Çavên Remezan li xêra vî werzê zan û zêdebûna pezê xwe bûn lê berevajî rastî ziyanên mezin hatiye.
Ajeldar Remezan Xalid dibêje “35 heta 40 milyon dînaran ziyan gehşitîne min. Tenê bi milyonek û 500 hezar dînar min derman kiriye. Hêvîdarim hikûmet qerebûya me bike û çareseriyekê bo ev pezên mayîn jî bibîne.”
Nexweşiyeke vayrosê ye. Beriya niha jî li navçeyê hebûye lê ne bi vî awayê karîger. Piştî tûşbûnê derman û derzî jî fêde naed. Belku pêdiviye şeş mehan beriya tûşbûnê pez bihatana derzîkirina dijî vayrosê. Vetêrineriya Berdereşê hişyariya ji metirsya zêdetirî belavbûna vayrosê dide.
Berpirsê Binkeya Veternerî ya Berdereşê Mhemmed Mecîd got
Nexwşiyeke vayrûsê ye kû zû belav dibe. Me yeser lijneyek pêk anî û yên ser xwe agahdar kir ku eger çareseriyek neyê dîtin dê metirsiyeke mezin çêbibe.”
Li sinorê qeza Berdereşê derdora 50 hezar serî mîh û bizi hene. Heta niha vayrûs tenê li gundê Zengenan hatiye tomarkrin.