MÊRDÎN - Li bajarê dîrokî yê Darayê bazarek hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê dîrokî yê Darayê ku li Mêrdînê ye bazarek hat dîtin.

Dîroka bajarê Darayê yê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê vedigere serdema Împaratoriyeta Romayê ya Rojhilat.

Di kolandinên li bajarê Darayê ku berî 38 salan hatin destpêkirin heta niha dêr, koşk, zindan, nekropol, coyên avê, topxane û gelek amûrên şer hatibûn derxistin.

Niha jî bazareke ku zêdetirî 10 dikan û kargehan di nav de ne hat dîtin.

Şûnwarnas Devrîm Hasan Menteşe got:

“Kolandinên niha ji bo derxistina dikanên li pêş Agorayê berdewam dikin. Me di 3 salên dawî de zêdetirî 10 dikanan derxistin holê.

Darayê bi rêya Agorayê gelek mijar nîşanî me dan. Em Darayê wekî yekîneyeke leşkerî dizanin ku 25 hezar leşker di nav de mane.

Ji van dikanan û bazara Agorayê em dizanin ku Dara di sedsala 6emîn de navendeke girîng a bazirganiyê bûye.”

Rêvebirê Muzexaneya Mêrdînê diyar kir ku li herêmê piştî Sûrên Amedê sûrên herî dirêj li vî bajarî ne.

“Dara bajarekî leşkerî bûye”

Rêvebirê Muzexaneya Mêrdînê û Serokê Kolandinê Abdulgani Tarkan anî ziman:

“Yek ji bajarê herî girîng ê herêmê ye. Piştî Amedê sûrên herî direj ê vî bajarî dîrokî ne. Sûrên wê 4 kîlometreyan dirêj in û 28 bircên wê hene.

Bajarê dîrokî yê Darayê ji aliyê Anastasios ve di sala 507an de hatiye avakirin û wê demê 25 hezar leşkerên Romayê tê de diman ku bajarekî leşkerî ye.”

Bajarê dîrokî yê Darayê li deşta Mezopotamyayê li tenişt Çiyayê Turabdînê wekî binkeyeke leşkerî hatiye avakirin.

Di nav de sarinc, avahiyên îdarî, depoyên çekan, pir û qadên jiyana sivîl hene ku heta îro mane.

Dîroknasê Suryan Ebûl Ferec daye zanîn:

“Şahê Helenê Îskenderê Mezin û Şahê Persan Darius li vê derê şer kirine û Darius li vê derê hatiye kuştin. Ji ber wê navê vê derê Dara ye.”