BEXDA - Fraksiyonên PDK û YNKyê li ser yekdengiya Kurdan civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Her du fraksiyonên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê civiyan.
Beşdarekî civînê diyar kir ku wan behsa yekdengiya Kurdan a li Bexdayê kiriye.
Îro roja dawî ya tomarkirina navên namzedên posta Serokkomariya Îraqê ye, her du fraksiyonên PDK û YNKyê li Parlamentoya Îraqê civiyan.
Serokatiya fraksiyona PDKyê Şaxewan Ebdulah û ya YNKyê jî Herêm Kemal Axa dikir.
Endamê fraksiyona PDKyê yê li Parlamentoya Îraqê Şêrwan Duberdanî ji Rûdawê re got:
"Fraksiyona YNKyê serdana me kir û armanca sereke ya serdanê pîrozkirina Dr. Şaxewan Ebdulah bû ku bûye serokê fraksiyonê.
Di civînê de yekdengiya Kurdan a li Îraqê hate gotûbêjkirin; her wiha me behsa karê xwe yê hevbeş ê li Parlamentoya Îraqê kir.
Bi taybetî ji bo wan yasayên ku pêwendiya wan bi berjewendiyên giştî yên Herêma Kurdistanê re heye."
Di beşeke din a civîna îro de, her du fraksiyonan behsa yekdengiya Kurdan a derbarê wan xal û madeyên ku pêwendiya wan bi navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê re heye kir.
Şêrwan Duberdanî eşkere kir ku me behsa namzedên postê nekiriye; hîn wext heye û tiştê ku ji bo wan girîng e yekdengiya Kurdan e.
Berpirsê PDKyê li ser hebûna namzedê PDKyê yê ji bo Serokkomariya Îraqê jî got: "Heta îro ji aliyê serkirdayetiya me ve nehatiye yekalîkirin ka dê namzedê me hebe yan na."