Li Hewlêrê li hotelekê agir derket: Mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê agir li Hotela Capitolê derketiye û di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.
Peyamnerê Rûdawê ragihand li Hotela Capitol a li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê agir derketiye û li gor agahiyên destpêkê 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.
Hat gotin ji kesên jiyana xwe ji dest dane 15 kes filipînî ne û 4 kes jî ereb in.
Parêzgarê Hewlêrê Newza Hadî li cihê bûyerê daxuyaniyek da û got, hêj sedema derketina agir nehatiye zanîn û debarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Rêveberê Tenduristiya Hewlerê Saman Ehmed jî ji Rûdawê re diyar kir kesên birîndar ji bo dermankirine rakirine nexweşxaneyên derdore û kesên jiyana xwe ji dest dane ji ber dûkela ji agir derketine fetisîne.
Tîmên agirkujiyê ji bo vemirandina agir dixebitin.
Agir li beşa salona mistdanê (masaj) derketiye û piraniya kesên li salonê dixebitin welatiyên filipînî ne.
Xwediyê hotelê welatiyê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Arîf Remazan e.