BAŞÛRÊ KURDISTANÊ – Festîvala Berfê hate sazkirin

05-02-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Festîval Berf Korek
A+ A-

Rewanduz (Rûdaw) – Li çiyayê Korekê yê navçeya Rewanduzê, bi beşdarbûna 6 tîmên cihê Çaremîn Festîvala Berfê hate lidarxistin.

 

Çiyayê Korekê, ku cihekê geştiyariyê ye, mazûvaniya Çaremîn Festîlava Berfê kir. Di festîvalê de 6 tîmên cihê beşdarî 8 lîstokên cur bi cur kirin. Herwiha bi armancan nasandina çanda kurdî, sema û dîlan hate girtin.  

 

Hemû xerc û mesrefa festîvalê ji aliyê kerta taybet ve hate pêşwazîkirin. Serpereştiya festîvalê jî ji aliyê Desteya Geştûguzar a Herêma Kurdistanê ve hate kirin.

 

Armanca festîvala berfê nasandina bingeha kerta geştûguzara zivistanê ya li Başûrê Kurdistanê bû. Herwiha kişandina geştiyarên biyanî ji bo herêmên çiyayî û herwiha nasandina herêmên geştiyarî yên zivistanê bû.

 

Çiyayê Korekê 2 hezar û 100 metre ji asta deryayê bilindtir e û ji sala 2014ê ve li vir komalgehekê geştiyariyê hatiye sazkirin.

 

Korek ji bo lîstokên berfê cihekî guncayî ye û ji bo van lîstokan jî cihê taybet hatine amadekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst