Navenda Nûçeyan – Li Rojavayê Kurdistanê, hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser xwendekarekî kurd ê bi navê Çeleng Kino li Çilaxa girtin û li gorî gotina malbata wî, ber bi cihekî nediyar ve birine.
Çavkaniyekî ji Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, xortê kurd Çeleng Kino ku xwandekar e û xelkê gundê Maşoqê yê ser bi bajarokê Çilaxa ve ye, girtin.
Bi gotina çavkaniyê Rûdawê, sedema girtina wî xwandekarê kurd nehatiye zanîn û ti agahî derbarê wê yekê de jî nayê zanîn, ku ew birine kuderê.
Malbata Çeleng Kino jî dibêje, Kino li ser rêbenda Çilaxa ji aliyê hêzên asayişê ve hate girtin.
Li gorî malbata xwendekarê girtî, dema ku wan ji Asayişê çarenivîsa Çeleng pirsî, asayiş li girtina wî mikur nehatiye û xwe li girtina wî nekiriye xwedî.
Çeleng xwendekarê zanîngehê ye û li gorî yasayên hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser jî muheleta yasayî ji xizmeta leşkerî wergirtiye, da ku bikaribe xwendina xwe berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse