Rojhilat - Neftşar a dewlemend bi petrolê piştî 37 salan hêj wêran e
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên parêzgeha Kirmaşanê daxwaz ji hikûmeta Îranê dikin, bûdceya pêwîst ji bo avedankirina bajarokê Neftşarê dabîn bikin, ku ji ber şerê 8 sale yê navbera Îran û Iraqê bi tevahî hatiye rûxandin û heta niha nehatiye avedankirin.
Bajarokê Neftşar ku ser bi bajarê Qesrî Şîrîn ê parêzgeha Kirmaşanê ye, yek ji deverên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye, ku bi neftê (petrolê) dewlemend e, her ji ber wê jî navê wê kirine Neftşar, yanî bajarê neftê.
Pêştir û berî sala 1980î li bîrêrn petrolê yên Neftşarê, rojane zêdetirî 12 hezar bermîlên petrolê dihat berhemanîn û bîrên petrolê yên Neftşarê yek ji çavkaniyên sereke yên dabînkirina nefta xaw bo parzûngeha Kirmaşanê bû.
Lê belê bi destpêbûna şerê navbera Iraq û Îranê, û di encama êrişên berdewam ên Artêşa Iraqê, Neftşar bi tevahî wêran bû û ji rûniştvanên wê hat valakirin.
Piştî derbasbûna zêdetirî 37 salan, hêj Neftşar kavil e û nehatiye avedankirin.
Berpirsên Kirmaşanê daxwaz ji hikûmeta Îranê dikin, ku bûdceyeke pêwîst bo karê ji nû ve avedankirina Neftşarê dabîn bike.
Pêştir Wezareta Petrolê ya Îranê 20 milyar toman bo proseya avedankirin û dubare destpêkirina jiyanê li Neftşarê dabîn kiribû, lê bi gotina şêwirmendekî Parêzgarê Kirmaşanê, bo destpêkirina jiyanê li wî bajarokî bi kêmanî 100 milyar toman pêwîst e.