Serok Barzanî û Sedir pêkanîna hikûmetê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir di peywendiyeke telefonî de hewildanan ji bo bilezkirina pêkanîna hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin.
Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir îro Şemiyê 5ê Sibata 2022yan bi riya telefonê, pêwendî bi Serok Mesûd Barzanî re kir û tê de tekezî li ser hevpeymaniya stratejîk û berdewamiya hewildanên ji bo pêkanîna hikûmeta piranî ya niştimanî hate kirin.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de diyar kir ku “Di wê pêwendiya telefonî de, tekezî li hevpeymaniya stratejîk û berdewamiya hewldanan ji bo bilezkirina pêkanîna hikûmeta piraniya niştimanî hate kirin, ji bo hikûmeta bê bikare bi erkê xwe li hember daxwazên gelê Iraqê, parastina berjewendiyên bilind û kûrkirina aramî û xweşguzariyê rabe.”
Ev pêwendiya telefonî piştî wê yekê tê, îro Fraksiyona Tevgera Sedir a li Parlamentoya Iraqê ragihand; fraksiyona wan beşdarî civîna 7ê Sibatê ya parlamentoyê nabe ku ew civîn taybet e bi hilbijartina Serokkomarê.
Li gor madedeya 72 ya Destûra Federalî ya Iraqê, divê di dema 30 rojan de piştî yekem rûniştina Parlamentoyê, serokkomarekî nû bê hilbijartin, lê eger di wê demê de serokkomar neyê hilbijartin, wê demê maddeya 75 ya destûrê tê cîbicîkirin ku dibêje: Ji egera valahiya postê serokkomar, serokê parlamentoyê cihê wî digire heta ku serokkomarekî nû tê hilbijartin.