Bextyar Muderis: Li nav zarokên Kobaniyê nexweşiya zikçûna bixwîn belav bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Bijîşkê li Kobaniyê Bextyar Muderis diyar kir ku ji ber dorpêçê û nebûna xizmetguzariyan, nexweşiya zikçûna bixwîn di nav zarokan de belav bûye.

Li gorî agahiyan, zêdetirî 22 zarok bi nexweşiya rûvî û zikçûna bi xwîn (Dizanteri) bûne û derman ji bo dermankirina wan nayê dîtin.

Bijîşk Bextyar Muderis îro beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand ku rewşa tenduristiyê ya bajêr xerab e û nexweşî di nav zarokan de belav bûye.

Nêzîkî 20 roj in dorpêça artêşa Sûriyeyê ya li ser Kobaniyê didome. Li gorî gotina Bextyar Muderis, ji ber nebûna ava paqij, elektrîk û cihê guncav ji bo koçberan, zêdetirî 22 zarok tûşî nexweşiya rûvî û zikçûna bi xwîn (Dizanteri) bûne û li nexweşxaneyan hatine razandin.

Bijîşkê Kurd amaje pê kir ku dermanên pêwîst li Kobaniyê nînin û metirsî li ser jiyana zarokan heye.

Muderis hişyarî da û got, "Eger rewş wiha bidome, karesateke mezin dê çêbibe."

Li Kobaniyê nêzîkî 500 hezar kes dijîn. Piştî êrişên artêşa Sûriyeyê, ji Tebqa, Reqa, Şehba û gundewarên derdorê nêzîkî 100 hezar kesên din jî çûne bajêr.

Bijîşk Muderis got, "Niha ji ber dorpêçê û nebûna xizmetguzariyan, hemû di rewşeke xerab de dijîn."

Tevî ku 30ê Kanûna Paşîn a 2026an Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rêkeftinek îmze kir û şer rawestiyabe jî hîn dorpêça artêşa Sûriyeyê ya li ser Kobaniyê nehatiye rakirin.

Hemû xizmetguzariyên wekî av, elektrîk, înternet û sotemenî li ser xelkê hatine birîn.

Heta niha Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rêya Helebê hinek alîkarî gihandine Kobaniyê lê ev alîkarî têra xelkê nakin. Welatî daxwaza vekirina korîdoreke mirovî dikin.