Ciwanên Bakur ji bo Rojavayê Kurdistanê seferber bûn: ‘Qedera me yek e’
Hewlêr (Rûdaw) - Mehek di ser vekişîna artêşa Sûriyeyê ya ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û bajarên din re derbas bû.
Ji ber guherînên leşkerî û siyasî, bi hezaran xelkê Rojavayê Kurdistanê koçberî bajarên Qamişlo û Hisîçayê bûne û niha di rewşeke dijwar a aborî de ne.
Di vê çarçoveyê de, komek ciwanên Bakurê Kurdistanê bi navê "Platforma Ciwanên Serbixwe" ji bo piştgiriya birayên xwe gihîştin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Nûnerê Platforma Ciwanên Serbixwe Cuma Hekarî, li Hewlêrê ji Rûdawê re axivî û behsa armanca gava platformê kir.
Hekarî diyar kir ku wan guh daye banga miletê xwe û anî zimên: "Miletê me yê li Rojavayê Kurdistanê di rewşeke gelekî zor de derbas dibe.
Rewşa wan bi rastî jî dilê me êşand. Me wekî her Kurdekî ev yek wekî erk dît ku em alîkariya miletê xwe bikin."
Cuma Hekarî da zanîn ku wan li Bakurê Kurdistanê dest bi kampanyayekê kiriye û xelkê Bakur bi dilgermî piştgirî daye wan.
Hekarî di berdewamiyê jî de got, "Me agahî da miletê xwe û wan jî gelekî piştgirî da me.
Wan baweriya xwe bi me anî û me jî îro alîkariya xwe gihand Dezgeha Xêrxwaziya ya Barzanî. Em spasiya vê dezgehê dikin, keda wan ji bo miletê me bûye hêviyek."
“Qedera me yek e”
Nûnerê platformê teqez kir ku ev alîkarî ne tenê maddî ye, di heman demê de manevî ye jî da ku xelkê Rojavayê Kurdistanê bizanibe ku ew ne bi tenê ne. Cuma Hekarî gotina Serok Mesûd Barzanî bi bîr anî û pê de çû:
"Wekî ku Cenabê Serok gotiye, qedera me yek e. Qedera her çar parçeyên Kurdistanê yek e.
Me xwest miletê me bizanibe ku em li pişt wan in. Ev pêngav dê li Bakur bibe tevgerek û wekî tradîsyonekê bidome."
Li gorî agahiyên ku Cuma Hekarî dane, wan nêzîkî 20 hezar dolarî û hinek alîkariyên din kom kirine.
Ev mîqdar dê bi rêya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji bo pêdiviyên sereke yên xelkê li bajarên Qamişlo, Hisîça û Amûdê werin xerckirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di nava 20 rojên dawî de bi sedan barhilgirên kel û pelên xwarin û dermanan şandine Rojavayê Kurdistanê û xebatên wan ên ji bo gihandina alîkariyan bi her awayî didomin.