Ciwanekî Kurd di nav refên artêşa Rûsyayê de hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nêzîkî şeş mehan, nûçeya kuştina wî ciwanê Kurd ê ji devera Biradostê gihîşt malbata wî ku di nav refên artêşa Rûsyayê de li dijî Ukraynayê şer dikir.

Serperştiyarê Îdareya Soranê Helgurd Şêx Necîb jî got, "Em ji bo vegerandina termê wî dixebitin."

Metîn Ebdulwehab Xidir ciwanekî niştecihê qezaya Sîdekanê ya ya Soranê ye. Ew 15ê Tebaxa 2025an ji malê derketibû û winda bûbû.

Pişt re bi rêya vîdeoyekê diyar bû ku wî li eniyên şer di nav refên artêşa Rûsyayê de çek hilgirtiye.

Merivên Metîn ji Rûdawê re ragihand ku kurê wan ji aliyê grupekê ve hatiye xapandin û ji bo beşdarî şerê li dijî Ukraynayê bibe birine Rûsyayê.

Wan her wiha da zanîn ku îro 5ê Sibata 2026an, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serperştiyarê Îdareya Soranê Helgurd Şêx Necîb ve nûçeya canjidestdana kurê wan ji wan re hatiye dayîn.

Malbata Metîn Biradostî got, "Em li benda vegera termê kurê xwe ne û heta ku termê wî neyê em şînê bo wî danayînin."

Serperştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ji Rûdawê re got, "Nûçeya nemana wî ciwanî bi rêya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Rûsyayê gihîşt me.

Niha em li gel aliyên pêwendîdar dixebitin da ku em karibin termê wî vegerînin Herêma Kurdistanê."