Elî Dolemerî: Fransa piştgiriyê dide mafên Kurdan
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê di serdana xwe ya Hewlêrê de dê bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê HSDyê re bicive.
Elî Dolemerî her wiha got,"Parîs dizane ku bêyî rola Herêma Kurdistanê, aramî li herêmê pêk nayê."
Biryar e îşev Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot were Hewlêrê.
Tê payîn ku Jean Noel Barrot bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicive.
Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Fransayê beşdarî bultena saet 14:00an a Rûdawê bû ku Fuad Rehîm pêşkêş dikir û got: "Fransa piştgireke xurt a Kurdan e li her çar parçeyên Kurdistanê.
Serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ya ji bo Şam, Bexda û Hewlêrê nîşan dide ku ew naxwazin alozî zêdetir bibin û ew piştgiriya mafên Kurdan dikin."
Elî Dolemerî derbarê rêkeftina di navbera HSD û Şamê jî axivî û amaje pê kir ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di aramkirina rewşê de roleke mezin lîstiye.
Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Fransayê di berdewamiyê jî de got:
"Fransa dixwaze Pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê wekî ya Îraqê di destûrê de were çareserkirin lê ew dizanin ku bêyî Herêma Kurdistanê û rola Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêkanîna vê yekê zehmet e."
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê di serdana xwe ya Hewlêrê de ji xeynî Mezlûm Ebdî, dê bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê re jî bicive.
“Fransa dê piştgiriya ji bo HSD û Pêşmergeyan bidomîne”
Nûnerê Hikûmetê yê li Fransayê bal kişand ser metirsiyên DAIŞê û bandora aloziyan a li ser ewlehiya cîhanê û got: "Fransayê di şerê DAIŞê de herî zêde qurbanî dane, ji ber wê jî ew dizanin ku eger ev rewş neyê kontrolkirin dê bandoreke neyînî li ser ewlehiya Ewropayê û Fransayê bike.
Ji ber vê yekê ew dê piştgiriya xwe ya ji bo HSD, Pêşmerge, artêşa Îraqê bidomînin."
Elî Dolemerî di beşeke din a axaftina xwe de behsa girîngiya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê kir û got:
"Peyama Fransayê ew e ku divê pêwendiyên Bexdayê û Herêma Kurdistanê baş bin û bigihin rêkeftinekê, çimkî lihevnekirina wan dê bandoreke neyînî li ser hemû pêvajoyên li Rojhilata Navîn bike."
Dolemerî di wê baweriyê de ye ku Fransa wekî zilhêzeke cîhanî dikare zextê li Bexdayê û Şamê bike da ku mafên Kurdan dabîn bikin û got: "Ew dizanin ku bêyî Herêma Kurdistanê aramî pêk nayê, loma her gava ku serdana Bexdayê dikin, serdana Herêma Kurdistanê jî dikin."