Nêçîrvan Barzanî: Li ser Sûriyeyê nêrîna me û Fransayê wekî hev e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku derbarê rewşa Sûriyeyê de "nêrîna me ya hevbeş li gel Fransayê heye" û teqeziyê li ser bicihkirina rêkeftina HSD û Şamê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Hewlêrê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê spasiya hewlên Nêçîrvan Barzanî kir ku Kurd û Şam gihîştin rêkeftinekê û got, "Em dixwazin wekî çawa li Îraqê mafên Kurdan parastî ne, li Sûriyeyê jî werin parastin."

Barrot her wiha amaje pê kir ku "Pêşmerge û hêzên Fransayê bi hev re li dijî terorê şer kir û dê hevkariya me berdewam bike."

Jan-Noel Barrot spasiya hewlên Nêçîrvan Barzanî kir ku Kurd û Şam gihîştin rêkeftinekê û got, "Em dixwazin wekî çawa li Îraqê mafên Kurdan parastî ne, li Sûriyeyê jî werin parastin."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li Bexdayê got, "Ez ji bo karekî girîng hatime Bexdayê, li dijî DAIŞê yekîtî girîng e û Fransa dê şerê li dijî terorê bidomîne."

Jan-Noel Barrot û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên piştî civîna xwe ya li Bexdayê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li Şamê li gel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî jî civiya bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jan-Noel Barrot li Hewlêrê civiyan û piştî civînê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Axaftina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

“Ez gelekî kêfxweş bûm ku min êvara îro li Hewlêrê Birêz Jean-Noel Barrot Wezîrê Karên Derve yê Fransayê pêşwazî kir. Ez careke din bi germî xêrhatina wî dikim.

Di hevdîtina me de, me behsa bipêşxistina pêwendiyên Fransayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariya me ya stratejîk a ji bo niha û paşerojê kir.

Me rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê nirxand.

Me spasiya dostaniya dêrîn û piştgiriya berdewam a Fransayê ya ji bo Îraqê û bi taybetî jî ji bo gelê Kurdistanê kir.

Ez spasiya xwe ji bo Birêz Serokkomar Macron ducare dikim ku wî her tim piştgiriya gelê Kurdistanê û mafên wî yên destûrî kiriye.

Gelê Kurdistanê dê vê yekê ti carî ji bîr neke.

Em xemxwirî û dilsoziya Fransayê û rola girîng a Serok Macron a ji bo agirbesta li Sûriyeyê û destpêkirina ducare ya diyaloga di navbera Şam û HSDyê de, her wiha piştgiriya wan a ji bo mafên gelê Kurd û pêkhateyan a bi awayekî destûrî li Sûriyeyê bilind dinirxînin.

Li ser wê yekê ku seqamgîriya Sûriyeyê girîng e, nêrîna me û Fransayê wekî hev e.

Em Sûriyeyeke yekgirtî dixwazin ku Kurd û hemû pêkhateyan li xwe bigire û mafên hemûyan lê parastî bin. Ji bo vê yekê, me tekezî li ser bicihkirina rêkeftina Şam û HSDyê ya di bin çavdêriya navneteweyî de kir.

Em û Birêz Wezîr hemfikir bûn ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e û gefê li aramî û seqamgîriya herêmê dike.

Ji ber vê yekê, pêwîst e erkê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê û rûbirûbûna teror û tundrewiyê bidome.

Me parastina aramî û seqamgîriyê û rêlibergirtina zêdebûna tengejariyên li herêmê parast.

Me teqez kir ku divê hemû hewl werin dayîn da ku kêşe û alozî bi awayekî aştiyane, bi rêya diyalog û rêyên dîplomatîk werin çareserkirin.

Birêz Wezîr, em careke din bi hatina we kêfxweş bûn, hûn gelekî bi xêr hatin.”

Axaftina Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jan-Noel Barrot:

“Gelekî spas, Birêz Serok Nêçîrvanê hêja, ji bo pêşwaziya te ya li Hewlêrê, li vê Kurdistanê ku li cem Fransayê xwedî cihekî pir taybet e.

Her kes li vir hêza pêwendiyên me yên dîrokî dizane.

Her kes dizane ku bi înîsiyatîfa Fransayê bi biryara 688an a Encumena Ewlehiyê hat pesendkirin ku tê de herêma daxistî ji aliyê pîlotên Fransî ve hat dabînkirin.

Wê yekê dawî li komkujiya Kurdan a ji aliyê Sedam Husên ve anî û rê ji bo otonomiya Kurdistanê xweş kir.

Xebata hevpar a hêzên çekdar ên Fransayê û Pêşmergeyên qehreman di bîra her kesî de ye ku herî dawî bajarê Parîsê rêz li wan girt.

Her wiha xebata Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ji bo rawestandina DAIŞê ya li ber dergehên Hewlêr û Kobaniyê jî di bîran de ye.

Serok Hollande serokê ewil ê dewletê bû ku serdana Hewlêrê kir da ku hevxemiya xwe ji bo bira û xwişkên me yên hevçeper nîşan bide, çimkî her kes wêrekiya wan jinên qehreman ji bîr nake ku bi serkeftî rûbirûyî barbaran bûn da ku axa xwe, Kurdistanê biparêzin.

Di nav naxweşiyan de, çarenivîsa Fransa û Kurdistanê her tim yek bûye.

Îro jî, di demekê de ku tengejariyên Sûriye û Îranê Rojhilata Navîn dihejînin, em civiyan da ku hevahengiya xwe ya nêzîk û hewla xwe ya hevbeş nîşan bidin.

Li vir ez dixwazim spasiya xwe pêşkêşî desthilatdarên Herêma Kurdistanê bikim ji bo wî rola ku di van hefteyên borî de lîstine.

Pêşî li Sûriyeyê, Birêz Serok, we bi xwe roleke diyarker lîst da ku dawî li zêdebûna pirsgirêkên di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hene.

Di demekê de ku Fransa bi beşdariya kesî ya Serokkomarê Fransayê di hewlên xwe yên navbeynkariyê de berdewam e, ez dixwazim spasiya wê hevahengiya nêzîk bikim ku me di van hefteyên dawî de dît ku rê li ber xwînrijandinê girt û bû sedema agirbestê û hêsankirina îmzekirina rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn a borî.

Rêkeftinek ku dawî li şer tîne û divê bi temamî were bicihkirin da ku garantiyên siyasî û ewlehiyê ji bo tevlîbûna Kurdan a di nav Sûriyeyeke yekgirtî de werin dabînkirin.

Her wiha divê mersûma serokatiyê ya ji bo naskirina mafên wan ên ziman, çand û perwerdeyê bi temamî were bicihkirin.

Naskirina nasnameya Kurdan mercekî sereke ye ji bo vejîna Sûriyeyê, wekî çawa li Îraqê wilo bû.

Em dê di piştgiriya ji bo bicihkirina vê rêkeftinê û veguhestina siyasî bidominin, bi armanca avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, xwedî serwerî û aştîxwaz ku rêzê li hemû pêkhateyan bigire.

Asoya Kurdên Sûriyeyê nabe ku tenê bi herêma wan ve sînordar bibe, belkî divê wekî Îraqê, beşdarî jiyana siyasî ya Sûriyeyê bibin.

Derbarê Îranê de, min tundûtîjiya dewletê ya li dijî gelê Îranê bi tundî şermezar kir.

Em ji rewşa navxwe ya dilgiranker û metirsiyên zêdebûna aloziyên herêmî agahdar in.

Em dizanin eger şerekî ku Herêma Kurdistanê bi xwe hilnebijartiye derkeve, dê bi çi metirsiyan re rûbirû bibe.

Me ev yek berê jî dît û em ne dikarin qebûl bikin û ne jî teslîmî wê dibin.

Min piştrastî da Serok Nêçîrvan Barzanî ku Fransa dê di pêbendbûna xwe ya bi Kurdan re ji bo parastina ewlehî û seqamgîriya herêmê bidome ku em dizanin ev bi ewlehiya me ve jî girêdayî ye.

Serdana min derfetek bû jî ji bo dîtina serbazên Fransî yên li Îraqê, bi taybetî di nav Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de.

Ev hêz mijûlî xwe-rêkxistinkirinê ne wekî bersivekê ji bo guherîna gefa terorîzmê ku em bi tundî pêbendî şerê li dijî wê ne, mil bi mil û bi hev re, wekî ku em bi salan e dikin.

Ez careke din spasiya dostên me yên Kurd dikim ji bo wê baweriya ku dane me û hevahengiya wan a gelekî baş a di vî warî de.

Pêwîstî bi gotinê nake ku pêwendiyên me ji vê zêdetir in û hemû warên aborî, çandî, koç û jîngehê li xwe digirin, wekî projeya birêvebirina avê ya ji bo xizmeta şêniyên Kurdistanê. Em dê bipêşxistina vê hevahengiyê bidomînin.

Li vir ez dixwazim ji dil spasiya desthilatdarên Herêma Kurdistanê bikim ji bo wê biryara ku şeva borî dan ji bo piştgiriya berfirehkirina pêgeha dîplomatîk a Fransayê ya li Hewlêrê.

Ev helwesteke gelekî camêrane ye û nîşaneya hêza pêwendiyên me yên gelekî bihêz e.

Di dawiyê de, ez dixwazim amaje bi pêşhatên siyasî yên nav Herêma Kurdistanê û Îraqê bikim.

Li beramberî wan astengiyên mezin ên ku rûbirûyî herêm û welêt dibin, di berjewendiya hemûyan de ye ku aliyên siyasî yên sereke yên Kurd diyalogeke avaker bikin.

Her wiha di berjewendiya hemû aliyan de ku bi rêya siyaseta bipêşketinê li Îraqê bidome.

Birêz Serok, ez dê sibe serdanên xwe bidomim û ez dê bi dîtina Birêz Mesûd Barzanî şanaz bibim ku em dê li gel wî behsa astengiyên zêde yên herêmê û rêyên rûbirûbûna wan bikin.

Ew dê bibe derfetek jî ji bo ducarekirina wê hevxemî û dostaniya ku dîrokeke wê ya dûrûdirêj heye.

Çimkî hîn sala 1967an de, Mistefa Barzanî ji bo General de Gaulle nivîsiye: ‘Bizane ku tu ji bo me, ku em gelekî hebûna wî hatiye zeftkirin û gef lê hatine kirin û em qurbaniyên şerekî dirêj û bêrehm in, tenê aliyê navneteweyî yî ku tu dikarî bingehên çareseriyeke dadperwerane û aştiyane ji bo me dabîn bikî.’

Birêz Serok, Nêçîrvanê hêja, bi wefadariya ji bo vê dîroka hevbeş, Fransa her tim li kêleka gelê Kurd dimîne da ku rêz li mafên wî were girtin.

Careke din spas ji bo pêşwaziya we.”