Li Qoserê teqîn, 3 jin birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qosera Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, li malekê tûpekî gazê teqiya û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Îro li Taxa Selahaddînê Eyûbî ya navçeya Qoserê, li malekê tûpekî biçûk ê gazê teqiya.
Di teqînê de Halime T.ya 16 salî, Nimet T.ya 45 salî û Turkiye T.ya 79 salî birîndar bûn.
Her wiha ji ber teqînê zerer gihişt xaniyê malbatê û otomobîleke nêzîkî xanî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her sê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.