YPGê ji Til Berek vekişiya
Hewlêr (Rûdaw)- Piştî nêzîkî 15 rojan ji kontrolkirina bajarokê Til Berekê û gundên derdora wê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye, hêzên xwe car din ji bajarokê vekişandin.
Ev cara duyeme ku YPGê derbasî bajarokê Til Berekê dibe û piştî çend rojan ji hêzên xwe jê vedikişîne.
YPGê cara yekem di 26ê kanûna 2013an de çalakiyek dan destpêkirin û di nava çend rojan de gotibû ku wê bajarokê Til Berek û gelek navçeyên derdora wê ji bin kontrola DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam derxistin.
Lê di 7ê çile de YPGê ragihand ku çalakiya wan li Til Berekê bi dawî hat û hêzên wan ji wir vekişandin.
YPGê wê demê tekîd kiribû ku ti niyeta wan nebû her bajarokê bixe bin kontrola xwe, lê di 21ê sibatê de car din çalakiyek li Til Berekê û gundên derdora wê pêk anîn û xistin bin kontrola xwe.
Piştî ku YPGê derbasî bajarokê ku nişteciyên wê Erebin bû, ji aliyê eşîrên erebî ve rastî gelek rexneyan hat, bi taybet eşîra Cibûran a ku ji rejîma Sûriyê ve gelek nêzîk e.
Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, eşîrên Til Berekê çend daxwaz pêşkêşî YPGê kiribûn û di serî de jî vekişandina hêzên wan ji bajarokê, lewma YPGê duh daxuyaniyek derxist û hêzên xwe ji Til Berekê û gundên derdora wê vekişandin û rêveberiya w herêmê ji xelkê wê re bi cih hişt.
Di çalakiya vê carê ya li Til Berekê de YPGê got ku 3 şervanên jiyana xwe ji dest dan û 50 çekdarên radîkal jî hatin kuştin.
Di çalakiya yekem de û tevî ku YPGê heta niha bi awayekî fermî hejmara şervanên xwe yên ku di wê çalakiyê de jiyana xwe ji dest dane aşkere nekiriye, lê di dawiya sibatê de YPGê cenazeyên 28 şervanên xwe yên ku di şerê yekem ê Til Berek û Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Qamişlo veşartin.