Barzanî pêşwaziya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê kir

05-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw/AA) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz kir.

 

Wezîrê Parastinê yê Tikriyê Îsmet Yilmaz îro danê êvarê li bajarê Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.

 

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin Yilmaz û Barzanî dê li ser mijarên hevkariya leşkerî, şerê DAIŞê, perwerde û piştgiriya ji bo hêzên Pêşmerge, alîkariyên mirovî û operasyona rizgarkirina Mûsilê biaxivin. 

Wezîr Yilmaz danê sibê Kampa Leşkerî ya Diyanayê ya ku serbazên tirk li wir pêşmergeyan perwerde dikin, ziyaret kiribû. Yilmaz li wir wiha axivîbû:

"Tirkiye hem dostê Iraqê hem jî dostê Birêvebiriya Kurdistana Iraqê ye. Tirkiye alîkariya Iraqê dike, hem jî ya Birêvebiriya Herêma Kurdistanê dike. Çiqas bê xwestin dê ewqas piştgiriyê bê dayîn. Tirkiye piştgiriya lojîstîk a ku hewcedariya Herêma Kurdistana Iraqê pê heye, jî dide."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst