Nûnerên Kurd agahiyan didin hikûmet û parlamentoyê

05-03-2018
RÛDAW
Nîşan Parlamento Hikûmet Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamên Kurd ên Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ligel beşek ji berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokatiya hikûmetê û Parlamentoya Kurdistanê dicivin. Naveroka civînê jî projeyasaya butçeya 2018 ya Iraqê ye.


Derbarê mijarê de Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder agahîdan Rûdawê û got: “Roja Sêşemê (06.03.2018) herçar endamên Kurd ên Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ligel Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlamento û Lijneyên Darayî û Yasayî yên Parlamentoya Kurdistanê dicivin.”


Derheqa armanca civînê de jî Heyder wiha axifî: “Di civînê de em dê gotûbêjê li ser pişka Herêma Kurdistanê ji butçeya 2018 ya Iraqê bikin. Bi awayekî giştî li ser pişka Herêma Kurdistanê em dê agahiyan bidin berpirsên Herêma Kurdistanê.”


Mesûd Heyder, ku parlamenterê Tevgera Goran e, da zanîn ku pişka Herêma Kurdistanê ji butçeya giştî ya Iraqê 6 trîlyon û 597 milyar dînar e û wiha pêde çû: “Ev rêjeya han gelekî kêm e, ji ber mehane 550 milyar dînar dike, di demekê de ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re li gor sîstema nû nêzîka 650 milyar dînar tenê bo meaş pêwist e, di rewşeke wiha de nikare meaş bi tevahî bide.”


Butçeya Iraqê ya sala 2018ê 104 trîlyon dînar e. Pişka Herêma Kurdistanê ji wê butçeyê ji sedî 12.67 hatiye diyarkirin. Herwiha ji sedî 40ê butçeya serwerî jê tê derxistin û paşê pişka Herêma Kurdistanê tê diyar kirin, bi vêna jî dibe 6 trîlyon û 597 milyar dînar (5 milyar û 450 milyon dolar).


Nûnerên Kurd ên li Bexdayê li ser vê helwêsta hikûmeta Iraqê, rûniştina pesendkirina butçeya 2018 ya Iraqê boykot kirin û yasaya butçeya 2018 ya Iraqê roja Şemiyê (03.03.2018) li Parlamentoya Iraqê hat pesendkirin.


Endamên Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ji Serokê Fraksyona Komela Îslamî ya Kurdistanê Ehmed Hacî Reşîd, Parlamenterê Tevgera Goran Mesûd Heyder, Parlamentera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Necîbe Necîb, Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê Dilêr Serhan Slêvaneyî û Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ebdulqadir Mihemed pêk tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst