Senharîb Bersûm: Hin oldar ji Rojava bo pêşwazîkirina Papa hatine Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Yakîtiya Suryanî li Qamişlo Senharîb Bersûm ragihand ku ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, hin kesên oldar hatine Başûrê Kuristanê da ku tev li pêşwaziya Papayê Vatîkanê Papa Francis  bibin.

Serokê Partiya Yakîtiya Suryanî li Qamişlo Senharîb Bersûm beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî rewşa welatiyên Suryanî li Rojavayê Kurdistanê û serdana Papa Francis bo Herêma Kurdistanê axivî.

Senharîb Bersûm derbarê serdana Papa Francis bo Herêma Kurdistanê de got: “Em serdaneke girîng dibînin, ji ber ku rewş li Iraqê bi giştî û rewşa Kiristiyaniyan li navçeyên Iraqê aloz e, birêz Papa nameyeke xwe ya pîroz heye û wê bandora xwe li ser asta siyasî ya giştî û li ser asta civakî hebe.

Em di vê serdanê de bang dikin ku teqezî li ser rastiya rewşa Kiristiyan, Suryan, Aşûr û Kildan hebe û mafên wan li Îraqê hebe ku karibin pêk ve bijîn, ev xalkên herî girîng in.”

Bersûm da zanîn ku ji bo pêşwazîkirina Papa, hin kesên oldar ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatine Herêma Kurdistanê û herwiha beşek jî çûnê Bexdayê da ku Papa bibin, lê wekî partî û aliyên siyasî wan ti kes neşandiye.

Bi gotina Bersûm pêwîstiya Kiristiyaniyên Sûrî bi duayan heye, û ku bangek e bo Papa jî da ku bang li Xiristiyanên Sûrî û aliyên Sûrî bike da ku Sûriya nû ava bikin.

Derbarê rewşa li Qamişlo de jî Bersûm wiha axivî: “Hin navçe bi temam vala bûne û rewşa hindekan xirab e, û hindek jî baş in li ser asta Sûriyê. Xiristiyan di nava rêvebiriyê û dezgehên wê de hene loma ev jî bûye eger ku mafên xwe bi dest bixin, lê hêviya me ya giştî ew e ku di destûra nû de çi mafên siyasî çi û çi yên dînî bin, hemiyan parastî be û cih ji bo wan hebe. Wekî din jî, ji ber egera nebûna çareseriya siyasî, rewş bi giştî tevlihev e.”

Bersûm da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê mafê wan jî wek pêkhateyên din heye û derbarê vê yekê got: “Dema ku em behsa mafan dikin li nava Rêvebiriya Xweser, wek çawa mafê kurdan heye, wisa yê Kirisitiyan, Tirkmen û Ereban jî heye, çi xwendin û çi jî nûnertiya wan di dezgeh û saziyan de û li hemî warên din jî yên vê rêveberiyê. Belê, ez dikarim teqez bikim ku li gelê Kurdî û Erebî li dibistanan kursekî bi zimanê Suryanî û di kovara civakî ya Rêvebiriyê de hatiye pesendkirin.”

Li ser pira “Ji kengî de hûn dîroka xwe û bi zimanê xwe dixwînin, berê hebû?” Bersûm wiha axivî: “Belê, berê, dibistanên taybet hebûn û girêdayî Kiniseeyan bûn, ji mafê wan bû ku bi zimanê Suryanî heftane 2 saetan bixîwin, lê gelekî kêm e, pêwîstiya me bi demên dirêj heye û hêviya me ku bêhtir bibe. Kureseke me di nava rêvebiriyê de heye û ev jî mafê me û zimanê me yê dayîkê di nava pêkhateyan de pesend dike, ew jî korseke tam e, ne wek berê ku heftane 2 saet bûn, ew jî gelekî kêm bû û pêk nedihat ku em bi zimanê xwe fêr bûbûna.”

Serokê Partiya Yakîtiya Suryanî herwiha zanî ku ew xwe weke partî beşek ji Rêvebiriya Xweser dibînin û wiha domand: “Em ji bo pêşxistina wê di gelek waran de kar dikin, bi taybetî ku niha di vê qonaxa niha a hestyar de em amadekariyên gelek kar dikin û ji bo gelek projeyan li cem Rêvebiriya Xweser da ku werin qebûlkirin.

Bi rastî Hikûmeta Sûriyê, di dema xwe de tu pênasîn û îtîraf bi nasnameya Suryanî û zimanê me nedikir, wê çaxê zimanê me jî paşguhkirî bû, ew 1-2 saetên ku didane zimanê me, zimanekî demkî bû ne wek ziman û nasmeya gelekî bû , wê demê de tu itîraf bi mafê me yê netweî û çandî nebû, lê niha di nava Rêvebiriya Xweser de hemî mafên me sepandî ne û hatine ferzkirin û di pratîkê de em hemî mafên xwe pêk tînin, û li vir tu derfet nîne ku em hikûmet û Rêvebiriya Xweser bidin ber hev.”