Serok Barzanî: Nabê armanc û destkeftên Raperînê ji rêyên xwe bên veqetandin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di salvegera Raperînê de tekez dike ku Raperîn redkirina zilm û dagîrkariyê bû û herwiha wek pêngaveke mezin a tevgera rizgarîxwaz a Kurd bo destpêka qonaxeke girîng di xebata gel de binav dike.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 30emîn salvegera Raperînê peyamek belav kir û “Pîrozbahî li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hemû niştimanperwer, têkoşer, azadîxwaz û hemû çîn û welatiyên Kurdistanê” kir.

Serok Barzanî tekez dike, “Raperîn, redkirina sîtem û dagîrkeriyê bû û di heman demê de jî pêngeveke mezin a tevgera rizgarîxwaz ya Kurd bû ji bo destpêka qonaxeke girîng di xebata gelê me de. Armanca Raperînê vegerandina ax û maf bû ji bo gelê Kurdistanê ku demeke dirêj bû bi agir û hesin û zordariyê ji xelkê Kurdistanê hatibû zeft kirin.”

Di peyama xwe de Serok Barzanî diyar dike, “Raperîn ji bo wê bû gelê Kurdistanê bikare li ser axa xwe û di çarçoveya proseyeke demokrat û damezrandina dam û dezgehên fermî, azadane mafên xwe piyade bike.”

Serok Barzanî tekez dike ku “Pêwîst e armanc û bihayên Raperînê ji bo heta hetayê bilind û berqerar bimînin û bi ti awayekê nabê armanc û destkeftên Raperînê ji rêyên xwe bêne veqetandin û li şûna babetên din ên sînordar da bên biçûkkirin.”

Her di wê peyama xwe de Serok Barzanî dibêje, “Gelê Kurdistanê xebat kir û xwîn da û raperî bo ku bi serbilindî bijî û her kes û aliyek jî bixwaze ji biha û armancên Raperînê kêm bike di rastiyê da nepakiyê li xwîna şehîdan û bi dehan sal xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê dike. Li beranber jî bi sedan hezar gedeyên Kurdistanê amade ne berevaniyê li armanc û bihayên bilind ên Raperînê bikin.”