Li Amedê kamyon û otomobîl li hev qelibîn: 2 kes mirin û kesek birîndar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismîlê ya Amedê kamyonek û otomobîlek li hev qelibîn.
Di qezayê de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Otomobîla ku R.Ç dijaot li kîlometreya 20emîn a rêya Bismîl- Farqînê bi kamyona ku E.D diajot re qelibî.
Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristî, agirvemirandinê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de ajokar R.Ç û H.Ayê di otomobîlê de li cihê bûyerê mirin.
Hêzên tenduristiyê M.Çyê ku giran birîndar bû bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bismîlê.