Nêçîrvan Barzanî Balyozê Azerbeycanê qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê Azerbeycanê yê Îraqê Nesir Memedov qebûl kir

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de behsa pêşxistina peywendiyan û berfirekirina hevkariyên hevbeş ên di navbera Azerbeycan û Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rêkarên herî dawî yên vekirina nûneratiya Azerbeycanê ya li Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

Li aliyê din, di civînê de behsa xebatên ji bo destpêkirina geştên rasterast ên esmanî yên di navbera Azerbeycan û Îraq û Herêma Kurdistanê de jî hatiye kirin.

Di beşeke din a civînê de her du aliyan tekez kir ku ew giringiyê didin pêwendiyên di navbera her du aliyan.

Di hevdîtinê de derfetên kar û veberhênanê yên  ji bo sektora taybet û kompanyayên Azerbeycanê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya di warê çandî de hatin gotûbêjkirin.