Bi dronan êrişî kampa Sazmana Xebatê hat kirin: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Beriya demekê bi çend dronan êrişî kampa malbatên endamên Sazmana Xebata Kurdistanê ya Îranê ya li Topzawaya Hewlêrê hat kirin.

Endamekî serkirdetiya wê partiyê ragihand, "Du Pêşmerge birîndar bûn."

Endamê Serkirdetiya Sazmana Xebata Kurdistana Îranê Şoreş Hacî li ser êrişê ji Rûdawê re axivî.

Şoreş Hacî ragihand, bi çend dronan êrişî baregeha partiya wan a li nahiyeya Topzawayê ya Hewlêrê hatiye kirin.

"Dron li kampê ketin"

Şoreş Hacî li ser encamên êrişê got, "Dron li kampê ketin û di encamê de du Pêşmerge birîndar bûn."

Sazmana Xebata Kurdistanê ya Îranê endama Hevpeymaniya Şeş Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye û kampa malbatên wê partiyê li Topzawaya Hewlêrê ye.