Li Dihokê 2 dron hatin xistin: Armanc qada petrolê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Îşev li nahiyeya Çemankê ya Dihokê 2 dronên ku berê wan li qadên petrolê yên herêmê bû ketin xwarê lê ti zerer û ziyan çênebûn.

Nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî ragihand ku îşev derdora saet 10:00an, 2 dronên ku ber bi qadên petrolê yên li nahiyeya Çemankê ve diçûn, hatin xistin û ti zerer çênebûn.

Muxtarê gundê Bêrkiyatê yê li wê navçeyê Mecîd Bêrkiyatî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: "Her du dron jî ketin xwarê û ti zerer çênebûn."

Şirketa Amerîkayê dixebite

Şirketa Amerîkayê ya bi navê HKN li wan qadên petrolê yên nahiyeya Çemankê dixebite.

Piştî destpêkirina aloziyên di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de li herêmê, ev cara yekem e ku êrişî wê herêmê tê kirin û qadên petrolê dibin armanc.

Heta niha ti aliyê fermî li ser çavkaniya dronan û çawaniya xistina wan hûrgiliyên zêdetir eşkere nekirine.