Li Ciwanroyê 4 endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Pêwendiyên Giştî yên Yekîneya Ensarulah a Supaya Pasdaran a li navçeya Ciwanroyê ya parêzgeha Kirmaşanê ragihand ku di encama êrişeke asmanî de 4 endamên wan hatine kuştin.

Ev êrişa asmanî li herêmên sînorî yên Kirmaşanê hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran, pileya wan 4 kesan "komando" bûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew komando li navçeyên Merexêl û Bozînê di dema "parastina sînoran" de ji aliyê droneke êrişber ve hatine armanckirin û kuştin.

Supaya Pasdaran navên kesên ku hatine kuştin eşkere kirin:

"Erkan Huseynî, Farûq Behramî, Erselan Riyazî û Mihemed Huseyn."

Teqînên bihêz dihatin bihîstin

Her çend di daxuyaniyê de dema êrişê bi zelalî nehatibe diyarkirin jî şeva borî li ser medyaya civakî gelek vîdeo hatin belavkirin.

Di wan vîdeoyan de li bajarê Ciwanroyê û derdora wê dengên teqînên bihêz dihatin bihîstin.

Hat ragihandin ku ev teqîn ji ber êrişên asmanî yên hevpeymaniya Amerîka û Îsraîlê yên li pêgehên Supaya Pasdaran ên li wan deverên Rojhilatê Kurdistanê bûne.

Ev êriş di demekê de ne ku aloziyên di navbera Îran û hevpeymaniya Amerîka û Îsraîlê de gihîştine asteke nedîtî.

Her wiha ev çend roj in pevçûnên leşkerî û êrişên asmanî li gelek navçeyên cuda didomin.